Baroyên Herêmê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî dan
- 16:23 6 Çile 2025
- Hiqûq
WAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê ku bi îmzeya hevpar a 10 baroyan ji bo Rojîn Kabaîş a bi guman jiyana xwe ji dest da daxuyanî da, xwest ku biryara sînordarkirinê ya li ser dosyayê bê rakirin û diyar kirin ku heta şik û guman neyên çareserkirin dê îtîrazên wan bidomin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, bi îmzeya hevpar a baroyên herêmê, ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a bi guman jiyana xwe ji dest da, li Eywana Civîn û Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kurt, parlementere Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û gelek jin beşdarî daxûyaniyê bûn. Li ser navê baroyan daxuyanî ji aliyê endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Mariye Bîldîrîcî Borazan ve hat xwendin.
‘Em ê dosyayê bişopînin’
Mariye Bîldîrîcî Borazan, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li ser herêmê û diyar kir ku biryara sînordarkirinê ya li ser dosyayê tenê ji bo parêzeran hatiye girtin. Mariye Bîldîrîcî Borazan, da zanîn ku rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) jî gelek kêmasî di nava xwe de dihewîne û got: “Me xwest ev kêmasî bên çareserkirin û me li dijî van kêmasiyan îtîrazên xwe kirin. Herwiha me der barê kes û saziyên ku dixwazin bûyerê weke xwekûştin (întîhar) nîşan bidin jî gilî kir. Ev kiryar û neçareserkirina kêmasiyan, pêşiya lêpirsîneke zelal digire û em ê weke baroyên herêmê şopdarê dosyaya Rojîn Kabaîşê bin.”
Piştî daxuyaniyê parêzerên 10 baroyan ji bo bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê pêkbînin derbasî Edliyeya Wanê bûn.
Baroyên ku ev metne îmze kirine wiha ne:
* Baroya Wanê
* Baroya Amedê
* Baroya Mêrdînê
* Baroya Dîlokê
* Baroya Bedlîsê
* Baroya Şirnexê
* Baroya Rihayê
* Baroya Êlihê
* Baroya Îdirê
* Baroya Mûşê.