Komkujiya Parîsê: Encama bêtehemuliya li hember jinê
- 09:05 7 Çile 2025
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Siyasetmedara Kurd Selma Irmak têkildarî her sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin got, "Sedema ku dibin hedef helwesta têkoşer a van jinan, pêşketinên ku bi dest xistine, hêza wan a bandorkirina serketinê û hêviya wan e."
Di 3'ê Çileya 2013'an de dema ku hevdîtinên fermî yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navbera heyeta dewletê û Heyeta Îmraliyê ya ji wekîlên BDP'ê de pêk tê, didomin, yek ji pêşengên tevgera siyasî ya Kurd û ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û rêxistina jinan Fîdan Dogan (Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Parîsê) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çile de li paytexta Fransayê ya bi navê Parîsê, li avahiya nûnertiye Kongreya Neteweya Kurdistanê ya Parîsê hatin qetilkirin. Hat hînbûn her sê jinên şoreşger ji aliyê kujerê ku ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê (MÎT) ve hatiye girtin ve hatine qetilkirin.
Selma Irmak têkildarî qetilkirina sê jinên şoreşger nirxandin kir.
Bêtehamuliya li hemberî hêza jinan'
Selma Irmak da zanîn ku Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) ne tenê ji bo têkoşîna jinên Kurd, ji bo têkoşîna jinên cîhanê jî hêviyek in û wiha got: “Ji ber vê yekê bûne hedef. Sedema ku di hedefê de ne, ji ber helwesta xurt, têkoşer a van jinan, pêşketinên ku bi dest xistine, hêza wan a bandorkirina serkeftinê û hêviyên ku di vî warî de ji jinan re tînin. Bi rastî sedem ev e. Ev encama bêtehamuliya li hemberî serkeftin û destkeftiyên têkoşîna jinan e."
'Di heman hefteyê de hem civîna aştiyê û hem jî komkujî pêk hat'
Selma Irmak diyar kir ku dema qetilkirina 3 siyasetmedar û dîplomatên jin ên hatin qetilkirin girîng bû û got, “Ev qonaxa destpêkê ya pêvajoya muzakereyê bû û ev komkujî yekser pêş ket. Di 3’ê Çileyê de hevdîtinek pêk hat, di 9’ê Çileyê de ev komkujî pêk hat. Ev ji bo têkbirin û sabotekirina pêvajoya muzakereyê ya ku wê demê hatibû destpêkirin bû. Ji ber ku Sakîne Cansiz yek ji wan siyasetmedarên jin ên kêm e ku ji damezrandina PKK'ê heta niha di nava PKK'ê de cih girtiye û heta wê demê li ber xwe daye. Hem di PKK’ê de hem jî di tevgera jinên Kurd de xwedî rol û mîsyoneke girîng bû.”
Sara: Sembola berxwedanê
Selma Irmak, bal kişand ku Sakîne Cansiz ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û gelê wê sembolek e û wiha got: “Di dema wehşeta Amedê ya salên 80’î de li Girtîgeha Hejmara 5’an di destê cinawirekî îşkencekar yê weke Esat Oktay Yildirim de bû. Sakîne bûye yek ji sembolên berxwedana têkoşîna azadiya jinê. Sakîne Cansiz bi vî rengî di bîra gelê Kurd de hatiye xemilandin û bi vî rengî tê naskirin. Dema ku behsa Sakîne Cansiz tê kirin, zindana Amedê û berxwedana wê weke rengê berxwedanê ya tevgera azadiyê tê bibîranîn. Di vê wateyê de Sakîne Cansiz motîvasyonek û dirûşmek e. Bi rastî jî di pirtûka xwe ya bi navê 'Jiyana min her dem şer bû' de, ku beriya şehadeta xwe amade dikir lê piştî şehadeta xwe çap kiribû, vê yekê rave dike. Bi rastî jî diyar dike ku tevahiya jiyana wê têkoşînek bû. Ew pirtûk vegotina têkoşîna wê ya li dijî zîhniyeta dewletê ye."
Rojbîn: Dîplomateke serkeftî bû
Selma Irmak bi bîr xist ku Fîdan Dogan dîplomateke jin a Kurd a serkeftî bû û got, “Fîdan Dogan nûnera Parîsê ya KNK’ê bû, Meclisa Kurd a mîna kongreyê piştî Parlamentoya Kurd a li sirgûnê hat avakirin. Ew dîplomatek pir serkeftî bû. Çend zimanan dizane, hem li welatên Ewropa û hem jî li Fransayê danûstandinên dîplomatîk ên gelekî girîng dike, ne tenê li Ewropayê, lê belê di nava tevgera jin, Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna siyasî ya Kurd de xebatên dîplomatîk misoger dike, destkeftiyan misoger dike. Li gelek welatên cîhanê Fîdan Dogan dîplomatek pir zana û xwedî amûr bû."
Ronahî: Hevalek xwedî raman bû
Selma Irmak, anî ziman ku Leyla Şaylemez tevî ku nû di xwendinê de bû jî, bi helwesta xwe ya resen û hezkirina xwe ya ji bo pêşketinê cihê xwe digirt û wiha got: “Leyla Şaylemez hevaleke jin a ciwan bû ku hê di xebatên dîplomasiyê de mezin bû. Ew yek ji jinên ciwan ên nû bû ku bi ked û motîvasyoneke mezin di xwendinê de mezin dibû, lê tevî temenê xwe yê biçûk jî pir hişyar, xwedî kultur, ji pêşketinê re vekirî bû û beşdarî van xebatên dîplomatîk bû. Hedefkirina van her sê jinan bi vî rengî hem peyamek ji bo jinên Kurd û tevgera azadiyê ya li gorî karakter û helwestên wan ên bêhempa bû, hem jî sabotekirina pêvajoya wê demê bû. Di heman demê de em dikarin vê weke êrîşeke ku nîşaneya bêtehamuliya li hemberî helwesta şoreşgerî ya van jinan bi nav dike."
'Şer û hêzên berjewendîparêz hawîrdoreke aram naxwazin
Selma Irmak anî ziman ku serdemên ku hemû pêvajoyên nakokî yên li cîhanê derbasî pêvajoyên muzakere û çareseriyê bûne bi êş bûne û di van pêvajoyan de xalên ku naxwazin aştî pêş bikeve hene, bi şeran polîtîkayên xwe meşandin û ev yek veguherandine qezenca şer. Selma Irmak got, “Dewlet jî ji van pêvajoyan sûdê werdigirin. Gelek qadên ku pêvajoyên şer û pevçûnan ji dewletan û îstîxbaratê re fêdeyê dide hene. Ji ber vê yekê, ne hêsan e. Di pêvajoya muzakereyê ya ku di navbera Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Tirkiyeyê de pêş ket de, hem derdorên tarî yên di nava dewletê de, hem hêzên navneteweyî, hem jî hêzên ku alîgirê berdewamiya vî şerî ne û hem jî hêzên xwedî berjewendiyên demkî û konjonkturel derketin. Şer û hêzên berjewendîparêz hawîrdoreke aram naxwazin
'Em ê vê pêvajoyê bi dilsoziya bîranînên wan bi rê ve bibin'
Selma Irmak da zanîn Gelê Kurd bi salan e di nava jiyaneke zor de ye, lê tevî vê yekê jî li ber xwe daye, li ber xwe dide û bi bawerî têkoşîna xwe didomîne, bi bîranîna pêşengên xwe yên ku berdêlên vê dozê dane û got, "Gelê me di rêyeke pir dirêj û berxwedêr de meşiyaye û zêdetirî 40 sal in bi awayekî aktîf tevlî bûye. Roj nîne ku ji bo gelê me neyê. Ez ne tenê behsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dikim, ji bo 4 parçeyan û hemû Kurdên cîhanê jiyaneke zor bû, lê tevî vê yekê jî berxwedaneke bêhempa hebû. Gotinek heye dibêje: 'Şoreş dema ku hûn dev jê berdin bi dawî dibe.' Û gel jî dev ji vê şoreşê berneda. Ew îro bi ser ket an li ber serkeftinê ye. Niha pêvajoyeke nû dest pê kiriye û rastî derketiye holê ku êdî dewlet nikare vê pirsgirêkê ragire û êdî nikare li hemberî vê berxwedanê li ber xwe bide. Em ber bi pêvajoyekê ve diçin. Pêşeroj ji bo me pir dijwartir e. Birêz Ocalan dibêje, 'aştî ji şer dijwartir e'. Ev rastiyek e û ji bo aşitiyê divê em hemû beriya her tiştî jin weke jinên Kurd û têkoşîna jinên Kurd pêşengiya vê pêvajoyê bikin, ji ber ku divê em xwedî li têkoşîna 3 jinên Kurd ên leheng bin. Em wan îro bi bîr tînin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê vê pêvajoyê bi dilsoziya bîranînên wan bi rê ve bibin."