Dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir

  • 16:29 8 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên dixwestin biçin Bendava Tişrînê kir. 
 
Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Îro ji gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kes ber bi bendavê ve çûn. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî welatiyên ber bi bendavê ve diçûn kir. Hat zanîn ku di êrişê de hinek welatî hatin qetilkirin û hinek jî birîndar bûn.