Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn

  • 13:49 18 Çile 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1034’an de li aqubeta Abdullah Canan pirsîn û gotin: "Heta aqûbeta hemû kesên di şexsê Abdullah Canan de winda bên eşkerekirin wê lêgerîna wan a edaletê bidominin."
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1034’an de li Qada Galatasarayê civiyan û li aqubeta xizmên xwe pirsîn. Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. 
 
Tehdît kirin
 
Gulseren Yolerî, anî ziman ku Abdullah Canan û malbata wî ji ber binpêkirina mafan ên li Colemêrgê serî li dozgeriyê dane û wiha got: "Di serlêdana ku tevî 7 xizmên xwe re kirin de derbarê Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul de serlêdana sûc kirin.  Li ser vê yekê Mehmet Emîn Yurdakul bang li Abdullah Canan û du kesên ku gilî kirine kir. Ji wan xwest ku giliyên xwe yên derbarê wî de biterikînin. Dema Abdullah Canan got ku ew dev ji giliyê xwe bernadin, li ber çavê şahidan ji aliyê Mehmet Emîn Yurdakul ve hat tehdîtkirin."
 
Di sala 1996'an de hat binçavkirin
 
Gulseren Yolerî, diyar kir ku piştî ku Mehmet Emîn Yurdakul Abdullah Canan tehdît kir, di 17'ê Çileya 1996'an de li ser rêya Gever-Wanê wesayîta wî ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û hat binçavkirin û got: "Malbata Canan bang li hemû rayedarên herêmî û neteweyî kir û xwest Abdullah Canan bê dîtin. Lê binçavkirina wî hat redkirin. Di 21'ê Sibata 1996'an de cenazeyê Abdullah Canan ê bi îşkenceya giran, ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan bi 7 guleyên ku ji nêz ve hatin avêtin jiyana xwe ji dest da. Dest, ling û devê wî girêdayî li ser rêya Geverê-Esendereyê hat dîtin."
 
Di bin îşkenceyê de lêpirsîn hat vekirin
 
Gulseren Yolerî, anî ziman ku îtîrafkar Kahraman Bîlgiç ê ku piştre di tabûra Geverê de wezîfedar bû, diyar kir ku Abdullah Canan di tabûrê de bi îşkenceyê hatiye lêpirsînkirin û wiha dewam kir: "Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê Serpel Nîhat Yîgîter ve bi talîmata Fermandarê Tabûra Komando ya Çiyayê Geverê Mehmet Emîn Yurdakul hat qetilkirin. Albay Kamber Ogur jî da zanîn ku di meha sibatê de li revîra tabûrê Abdullah Canan ê ku binçavkirina wî hat redkirin, serê wî pêçayî ye dîtiye."
 
Berdevamkirina lêgerîna hiqûqî
 
Gulseren Yolerî bal kişand ku di encama hewldanên hiqûqî yên malbata Abdullah Canan û wiha got: "Ji aliyê Dozgeriya Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve derbarê Kahraman Bilgiç, Mehmet Emîn Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Bulent Yetût de lêpirsîn hat vekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a ku malbata Canan di sala 1997’an de serî lê da, di 26'ê Hezîrana 2007’an de encamnameya dozê eşkere kir. Dadgeha 3'yemîn a DMME'yê got, 'Wekî ku ji îfadeyên şahidan jî tê dîtin ku di nava wan de leşker jî hene, Abdullah Canan di binçavan de hatiye qetilkirin. Canan beriya ku bê kuştin îşkenceya giran lê hatiye kirin'. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya di hiqûqa navxweyî de sosret nirxand û bi yekdengî biryar da ku mafê jiyanê ji aliyê maddî û rêbazê ve hatiye binpêkirin. 
 
'Em ê dest ji lêgerînê bernedin'
 
Gulseren Yolerî diyar kir ku heta aqûbeta hemû kesên di şexsê Abdullah Canan de winda bên eşkerekirin wê lêgerîna wan a edaletê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya Abdullah Canan bernedin, ji bo hemû windahiyên xwe jî bi bîr tînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Piştî daxuyaniyê li Qada Galatasarayê qurnefîl hat danîn û çalakî bi dawî bû.