Hevdîtina rojanamegeran bi parêzer re hat astengkirin

  • 12:06 17 Çile 2025
  • Hiqûq
 
 
STENBOL - Ji bo rojnamegerên danê sibehê hatin binçavkirin 24 saetan qedexeya parêzeran hat dayîn û li ser dosyaya lêpirsînê jî biryara nepenîtiyê hat dayîn. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye vekirin danê sibê li Amed, Wan û Stenbolê bi ser malan de hat giritn. Di serdegirtinan de rojnameger Reyhan Hacîoglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin binçavkirin. Rojnameger Welat Ekîn jî li Stenbolê bi hinceta îfadeya wî bê girtin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
 
Parêzera ku çû hevdîtina rojnameger Reyhan Hacîoglû ya li Midûriyeta Polîsan a Wanê hat binçavkirin, hat zanîn ku di dosyeya lêpirsînê de biryara nepenîtiyê heye û 24 saetan qedexeya hevdîtina bi parêzer re heye. Ji ber qedexeyê hevdîtina parêzeran pêk nehat. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin dê bînin Stenbolê.