Li Qamişlo komxebat: Divê em destkeftiyên şoreşê biparêzin

  • 14:23 18 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebat ku ji aliyê Meclisa Jin a PYD`ê hat lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku divê destkeftiyên jinan ên ku ji Şoreşa 19`ê Tîrmehê bidestxistine, di Sûriyeya ku nû bên parastin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi sernavê “Dîroka koletiya jinan hîn nehatiye nivîsandin û dîroka azadiyê li benda nivîsandinê ye” li hola Navenda Giştî ya partiyê ya li Qamişloyê komxebatek li dar xist.
 
Li komxebatê nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, jinên siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan amade bûn.
 
Ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD`ê Neyîma Hesen, seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl û hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed ve xalên komxebatê yên bi navê “Meşa jinan a li Sûriyeyê seranserî dîrokê”, “Dîrok û destkeftiyên jinan di şoreşê de” û “Hevpeymana Civakî û xwestekên jinan di destûra Sûriyeyê ya siberojê de” hatin pêşkêşkirin. Neyîma Hesen bal kişand ser dîroka jinan a li Sûriyeyê ku gelek jin ji hemû netewe û baweriyên li Sûriyeyê, rol lîst û mohra xwe li dîrokê xistin. Neyîma Hesen da zanîn ku bi rejîma Baasê re rê ji bo jinan hat vekirin ku di hemû qadan de cih bigire, lê ew di çarçoveya desthilatdariya dewletê de ma, wê demê gelek jin rastî girtinê jî dihatin. Piştî derketina tevgera azadiyê rola jinan li Sûriyeyê geş bû, bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jî jinan heta di qada leşkerî de jî cih girt.
 
Rohat Xelîl jî destnîşan kir ku jin bi avakirina Rêveberiya Xweser re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya `Jin, Jiyan, Azadî` pêşengî kir û got: “Jinan xwe bi rêxistin kir û rengê xwe da hemû qadên têkoşînê. Bi van gavan jin hewl didin hişmendiya civakê biguherînin.” Rohat Xelîl jî diyar kir: “Li kêleka van destkeftiyan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hene, cara yekemîn e ku li cîhanê qanûna malbatê tê derxistin. Ev hemû destkeftî ne, divê bên parastin.”
 
Arya Mele Ehmed jî da zanîn ku pêvajoya ku jin li herêmê tê re derbas bûn, ne hêsan bû. Sala 2024`an de Hevpeymana Civakî hate derxistin madeyên girêdayî mafê jin jî hebûn, weke gava yekemîn baş bû, lê bi demê re nema guncaw bû, tişta jê kêm hate rastkirin. Pê re qanûna jin derket, di 2016`an de sîstema hevserokatiyê tenê ji bo desteyên Rêveberiya Xweser bû, sala 2018`an bû ji bo meclisên rêveber jî. Di hevpeymana civakî de ya ku 2023`an de hat ragihandin di hemû aliyan de jinan temsîl dike, hevpeymana civakî ya jin jî xebat li ser tê kirin û wiha got: “A girîng ew e ku em van destkeftiyan biparêzin.”
 
Her wiha hate diyarkirin ku berxwedanan ku niha li Bendava Tişrînê tê meşandin beşeke mezin a pêvajoya têkoşîna wan a azadiyê ye.
 
Beşdaran destnîşan kir ku divê ew fikr, xebat û destkeftiyên ku ji Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi dest xistiye, bigihînin jinên li Sûriyeyê jî. Ji bo avakirina Sûriyeya nû ew bi hacetî hevgirtina jinan in û divê ew destkeftiyên xwe biparêzin.
 
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.