Êrişên li hember Rojava didomin
- 15:42 18 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Arteşa Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO'yê êrişên xwe yên li hemberî Rojava didomînin. Îro di serî de Bendava Tişrînê û gelek dever hatin hedef girtin.
Êrişên Arteşa Tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO'yê, ji 8'ê Kanûna 2024'an ve êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Bendava Tişrînê zêdetir kirine. Li gorî nûçeyên ajansa ANHA'yê îro gelek navend ji hêla balafirên şer ve hatin hedef girtin.
* Balafirên şer ên dewleta Tirk di nava rojê de gelek caran bi dijwarî li derdora Bendava Tişrînê da. Herî dawî jî êrişî nobedarên li Bendava Tişrînê kir.
* Artêşa Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê gundê Qibûr El Qerajna û Derdara yên gundewarê Til Temirê û gundê Rebîa yê gundewarê Zerganê yên kantona Cizîrê topbaran kir.
* Balefirên şer ên artêşa Tirk gundên Dîkan û Cadayê yê girêdayî Sirînê li başûrê Kobanê bombebaran kirin, di encamê de dibistana gundê Cada hate hilweşandin.
* Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker kargeheke sererastkirina maşîneyan li bajarê Sirînê û gundê Tînê yê girêdayî bajêr li başûrê Kobanê bombebaran kir.
*Artêşa Tirk bi top û obîsan pompa avdanê ya li nêzî gundê El Hîşa yê li rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir.