Di êrîşa li ser Tişrînê de endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê şehîd bû
- 11:29 19 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Giştî ya PYD'ê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li Tişrînê, endama meclîsa giştî ya partiyê û hevseroka ofîsa Qamişloyê Menîce Haco Heyder şehîd bûye.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîsîkî nasnameya endama Meclisa giştî ya PYD`ê û Hevseroka Nivîsgeha PYD`ê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder aşkera kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji 38 rojan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke sîstematîk tê kirin. Di van êrişan de binesaziya herêmê, bi taybet Bendava Tişrînê ku damara jiyanê ya bi milyonan mirovên li vê herêmê ye, tê hedefgirtin. Ev êriş ne tenê gefan li îstîqrar û aştiyê dixwin, lê belê armanc ew e ku planên mêtingeriyê yên Osmaniya Nû pêk bên, hêmanên jiyanê yên gelên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê werin têkbirin.
Tevî van êrişên hovane û yên bênavber, lê QSD`ê û YPJ`ê rojane destanên lehengiyê dinivîsînin û vê berxwedanê ji vîna gelên herêmê yên ku teslîmbûyînê qebûl nakin û piştgiriya hêzên xwe dikin, werdigirin. Berxwedana ku heta van kêliyan li Bendava Tişrînê tê kirin, ne tenê şerê parastina xakê ye, lê belê şerê hebûn û dîrokê ya ji bo azadî û rûmetê ye.
Dewleta Tirk li dijî sivîlên ji bo parastinê li Bendava Tişrînê nobedariyê dikin, bi balafirên şer êriş dike. Îro jî dewleta Tirk careke din êriş kir û komkujiyeke hovane pêk anî. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ev hemû digel bêdengiya navneteweyî de pêk tên. Ev sûcên bênavber binpêkirina aşkera ya nirxên mirovî û qanûnên navnetweyî ne û li sicila sûcên rejîma Tirk a komkujî û sûcan zêde dibe.
Em Meclisa Giştî ya PYD`ê bi xemgîniyekê nasnameya endama meclisa giştî ya partiyê û hevseroka Nivîsgeha PYD`ê ya Qamişloyê Menîce Haco Heyder tevî şehadeta 3 hevrêyên din ên nobedar aşkera dikin.
Hevrê Menîhe sembola têkoşîn û fedakariyê bû. Di jiyana xwe de li hember doza jinan û doza gelê xwe bi rihê berpirsiyartiyê tev digerî . Di pêşkêşkirina xizmetê ji bo gel û doza xwe de heta kêliya dawiyê dudilî nebû.
Em Meclisa Giştî ya PYD`ê van komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi berpirsiyartiyên xwe rabin û van êrişên hovane yên li dijî gelê me bi dawî bikin.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûne dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em diyar dikin ku wê xwîna we ya paqij ji bo rêya azadiyê ji me re bibe ronahî. Em soza xwe ji gel û şehîdên xwe re dubare dikin ku têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna armancên azadî, edalet û aştiyê bidomînin."