
ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 22 Çile 2025
- Rojev
* Meclisa Tendirûstiyê ya bajarê Helebê bertek nîşanî êrişên li ser nobedarên Bendava Tişrînê da. Ji Hevserokên Meclisa Tendirustiyê Leyla Hesen ku êriş şermezar kirin di axaftina xwe de bang li dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. BI DÎMEN
* Hûnermenda NÇM’ê Sema Oze Asî derbarê komkujiya li hember sivîlên li Bendava Tişrîn di nobetêde bû pêk hat de axivî û got: “Em ê hûnerê bi heqîqetê tacîdar bikin. Em hunermendên vî welatî wê bi hûnera bibin deng. Divê hemû hûnemendên xwedî wijdan yên cîhanê li dijî van êrişan bêjin bes e.” BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz der barê modela jiyana li Rojava û êrişa li hember wê de nirxandin kir û got: “Parastina cewherî a dayikên 80 salî terorîzer kirin. Lê li hemû cîhanê reviyek belav bû û şoreş ajinê pêk hat. Ez bawer dikim wê jin li biharê jî, stat û nasnameyê jî bîne Rojava.” BI DÎMEN
* Girtiyên jin ên kurd ji Girtîgeha Sîncanê peyamek şand û gotin: "Ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyê bi awayekî baş bide meşandin divê şert û mercên fîzîkî, tedbîrên tenduristî û ewlehiyê bên avakirin. Di serî de Gelê Kurd hemû aliyên çep û sosyalîst divê di têkoşîna hevpar de bên gel hev û bibin yek.”
*Seroka Komeleya Parastina Hawirdorê ya Antakyayê Nîlgun Karasu da zanîn ku piştî erdhejê xebatên şaş yên hatine kirin zirar dane hemû zindiyan û li bajar tu biryareke ku fêdeyê dide mirovan tune ye. Nîlgun Karasu got divê xebatên tên kirin mirovan esas bigirin. BI DÎMEN
*Rojnamegeran bertek nîşanê girtina hevalên xwe dan û diyar kirin ku sedema girtina wan nivîsandina heqîqetê bûye. Rojnamegeran wiha got: “Ev êrîş bi me şûnde gavê nadin avêtin. Berovajî vê em ê hîn bêtir xurt bin, li qadan bin.” BI DÎMEN