
Dê hûnerê bi heqîqetê tacîdar bikin
- 09:05 22 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Hûnermenda NÇM’ê Sema Ozel Asî derbarê komkujiya li hember sivîlên li Bendava Tişrîn di nobetêde bû pêk hat de axivî û got: “Em ê hûnerê bi heqîqetê tacîdar bikin. Em hunermendên vî welatî wê bi hûnera bibin deng. Divê hemû hûnemendên xwedî wijdan yên cîhanê li dijî van êrişan bêjin bes e.”
Tirkiye û komên girêdayê Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. 44 roje êrişên li hember Bendava Tirşînê didomin û ji 8’ê Çile de ye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê di çalakiya nobetê de ne. Tirkiye bi SÎHA’yan kesên di nobetê de hedef digirin.
Ji 8’ê Çile heta niha 16 kes hatin qetilkirin û 18’ê Çile de di hedefgirtina gelê di nobetê de şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl) hat qetilirin. Piştî vê ji her çar alî cîhanê bertek hatin nîşandan û ev sûcê mirovahiyê û şer hat nirxandin. Bertekên qetilkirinan didome. Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Sema Ozel Asî der barê hedefigirtina hunermendên Kurd û sivîlan de nirxandin kir.
‘Her mirov neçare axa xwe biparêze"
Sema Ozel Asî da zanîn ku nobeta li bendava Tişrîn didome watedar e û got: “Her du parçe ji hev qut nînin. Êrişa li hember wan li dijî me ye. Em dibînin ku gel çawa hembêz dike, lê di heman demê de em dibînin ku li dijî gelê berxwedêr êrişeke çawa tê kirin. Yên li ser peywirê ne û hedef tên girtin rojnameger, hunermend, siyasetmedar û hemû gel in. Divê her kes axa ku lê dijî biparêze.”
‘Ev bendav hewcedariya av û ceyrana gel girîng e’
Sema Ozel Asî diyar kir ku ev bendaveke girîng a ji bo jiyana gel e û wiha dirêjî dayê: “Ger em dixwazin li cihekî bijîn, divê em wê biparêzin. Ew bendav pêdiviyên sereke yên xelkê wek av û elektrîkê peyda dike. Di vê wateyê de em ji ber komkujiyan gelekî xemgîn in. Herî dawî hevalên me yên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan hatin qetilkirin û piştre jî lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar hat qetilkirin. Her wiha gelek sivîl hatin qetilkirin. Desthilatdar bêyî ku tu ferqê bixin navbera rojnameger, hunermend û sivîlan li wir gel qetil dikin.”
‘Bi bavê Teyar zarokatiya me hat qetilkirin’
Sema Ozel Asî balkişand ser qetilkirina şanogerê Kurd Bavê Teyar û wiha dawî lê anî: “Hunermendekî ji bo Kurdan gelek girîng bû. Her çar alî Kurdistanê wek zarokatiya xwe dinirxand. Bi bavê Teyar re zarokatiya me hat qetilkirin. Em bi fîlmên wî mezinn bûn. Em bi fîlmên wî keniyan. Her hunermend bi heqîqeta xwe heye. Huner lêgerîne. Dixwazin çand û hunera me û hebûna me qetil bikin. Emê şopdarê nirxên xwe bin. Divê em hunermend bibin dengê wan.Em ê hûnerê bi heqîqetê tacîdar bikin. Divê hunermendên xwedî wijdan yên hemû cîhanê li dijî van êrîşan bisekinin.”