Girtiyên jin: Divê di xeta têkoşîna hevpar de bên gel hev

  • 09:07 22 Çile 2025
  • Rojane
 
  
ENQERE - Girtiyên jin ên kurd ji Girtîgeha Sîncanê peyamek şand û gotin: "Ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyê bi awayekî baş bide meşandin divê şert û mercên fîzîkî, tedbîrên tenduristî û ewlehiyê bên avakirin. Di serî de Gelê Kurd hemû aliyên çep û sosyalîst divê di têkoşîna hevpar de bên gel hev û bibin yek.”
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin kir û peyameke ji 7 xalî pêk dihat a Abdullah Ocalan hat parvekirin. Ji aliyê hemû aliyan ve peyam erênî hat pêşwazîkirin. Girtiyên jin yên Kurd yên li girtîgeha Sîncanê girtîne bi dirûşmeya "Ji Melezgîrtê heta Îmraliyê di jiyana hevpar de israr" nameyek ji ajansa me re şandin.
 
‘Gelek lîderan heman encam jiya’
 
Di nameyê de hat diyar kirin ku cîhan di pêvajoyek serobino de ye û şer û pevçûn roj bi roj giran dibin. Di bernameya nameyê de wiha hat gotin: “Di serî de tehdîdên nuklerê şerê teknolojiyê zirarê didin hemû aliyan.  Pergala navneteweyî wek keştiyeke bi xesar ji her alî ve avê digire. Ev pergaleke ku globalbûn û nakokiyên wê her diçin giran dibe ye. Ev ji şer û pevçûnên ku îro li Rojhilata Navîn tên meşandin tên zanîn. Li Rojhilata Navîn wê dereng an jî zû gel biserkevin.”
 
‘Şoreşa Jinan a Rojava bi vê paradîgmayê ket jiyanê’
 
Girtiyan diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî şertên giran yên tecrîdê ji bo wekhevî û azadiya gelan pradîgma ava kiriye û gotinên "Şoreşgerî nikare bi cih bê sînorkirin, bi navendekê bê sînorkirin" bibîr xistin. Girtiyên jin wiha vegotin: “Di vê astê de em dikarin di Şoreşa Jinê ya Rojava de bibînin ku ji bo pirçandiya Rojhilata Navîn şeklê herî guncaw yê rêveberiyê bi vê paradîgmayê ketiye jiyanê. Ev tam paradîgmaya jiyana di nava aştiyê de li derdora nirxên civakî yên demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya ku hêviyê bi rêxistin dike ye.”
 
‘Aştî bûye pêşengê avakirina jiyana azad’
 
Girtiyên jin da zanîn ku divê polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hember Gelê Kurd bidawî bin û ev tişt vegotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî tecrîda 26 salan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê bûye pêşengê avakirina aştiya bi rûmet û jiyana azad. Rêbertiya me li ser bingehê peymaneke nû ya civakî xwe ji bo bangewaziyeke dîrokî ya ku jiyana azad a bi hev re li welatekî hevpar dihewîne, amade dike. Birêz Abdullah Ocalan destnîşan kir ku 'Di dîrokê de Tirk bêyî Kurd û Kurd bêyî Tirk nikarin hebin û dema Kurd li Mezopotamyayê ji holê bên rakirin wê li Anatolyayê li ser navê Tirkbûnê tiştek namîne.' Têkoşîna me ya ku gelê me li ser xaka me ya bi sedsalan tîbûna aştiyê bi kedeke mezin heta roja îro aniye, divê bi hevkariya dîrokî ya hemû gelên bindest, Tirk û gelên bindest bigihêje asta ku aştiyeke mayînde, bi rûmet ava bibe.” 
 
‘Rastiyeke gel ya dest ji aştiyê bernade heye’
 
Girtiyên jin destnîşan kirin ku rastiyeke Gelê Kurd a ku dest ji aştiyê bernadin heye û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan  26 sale di şertên tecrîdê sekneke Prometheus nîşan dide û bi vê îradeya xwe ji hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye hêvî. Geşedanên niha û serkeftina niha em serkeftin û israra gel dibînin. Hewldana aştiyê serkeftina we gelê me yê fedekar e ku li dora Rêbertî xwe digihînin hev û xwe ji fedekariyan bernadin. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtin û hevdîtina li qadên têkoşînê heye. Ji ber ku ev sedsal wê bibe sedsala azadiya Kurdan û gelên bindest. Ji ber ku rastiya ku tê xwestin bê veşartin bi hilweşandina dîwaran derdikeve holê. Em weke jinên Kurd soz didin ku em ê bi dil û can tevlî bangawaziya Rêbertiya xwe ya ku ji bo pêkhatina gelek şoreşên li erdnîgariya me ya qedîm bi taybet şoreşa jinê di nava têkoşîneke bê hempa de ye û di pratîkê de jî bi hemû hêza xwe em ê bikin ku vê pêk bînin. Ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan vê pêvajoyê hîn bi tendirustî bimeşîne û rol û misyona xwe bi cih bîne, divê bi tedbîrên tenduristî û ewlehiyê yên bilind şert û mercên jiyan û xebatê yên ji aliyê fîzîkî ve azad pêk bên.”
 
Banga têkoşîna hevpar
 
Girtiyên jin di dawiya nameyê de ev bang kirin: "Ji gel û dostên me re; “Roj nêzîk in ku em ê bi şahiya azadiyê re asîmanek şîntir û heyv sor bibe ji wan kesên ku di têkoşîna aştî û azadiyê de cihê xwe di esmanê tije stêrk de digirin re. Ji bo vê jî em amade ne ku bê lê, lê û lê û lêdanê bersivê bidin banga Rêbertiya xwe. Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku di vê pêvajoyê de li ser xeta hevpar a têkoşînê bicivin.”