Rojnameger bi xebatên xwe yên pîşeyî hatin sûcdarkirin
- 15:39 19 Çile 2025
- Hiqûq
STENBOL - Rojnamegerên di 17’ê Çileyê de hatin binçavkirin û ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan li Wan, Stenbol û Mêrsînê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinên malan de rojnameger Reyhan Hacioglû, Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Vedat Oruç û Welat Ekîn hatin binçavkirin. Îfadeyên rojnamegeran ên li emniyetê temam bûn. Hat zanîn ku rojnameger ji ber nûçe û bernameyên nîqaşan hatine sûcdarkirin. Li emniyetê ji rojnamegeran hatiye pirsîn bê çima tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine mijara bernameya xwe. Hat zanîn ku rojnamegeran li emniyetê îfade nedane û gotine ku dê îfadeya xwe li dozgeriyê bidin.
Tê payin ku rojnameger sibe ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê bên kirin.