Li Ben û Senê vekirina atolyeyê ya ji bo jinan

  • 15:52 22 Çile 2025
  • Rojane
AMED - Bi hevkariya bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re li Navenda Jinan a Ben û Senê atolyeya "Ji adetê ye em hildiberînin" hat vekirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya bi navê "Ji adetê ye em hildiberînin" atolyeya ji bo hilberandina pedan li Navenda Jiyana Jinê ya Ben û Senê vekir. Gelek jin beşdarî vekirinê bûn. Beriya vekirinê saetek û nîv semînera perwerdeya tenduristiyê hat lidarxistin. Piştre dest bi vekirina atolyeyê hat kirin. 
 
Endama Koordînasyona Jinan Demet Ceylan da zanîn gelek jin ji bo vê xebatê hatine gel hevdu û ew ji bo vê rewşê kêfxweş in. 
 
Mudura Fabrîkaya Pîşeyan a Bajarê Mezin a Îzmîrê Zeki Kapi da zanîn ew vê projeyê wekî deriyê hevkariyê dibînin got ew hêvî dikin fêdeya vê xebatê ji bo civakê çê bibe. 
 
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozlem Sumer da zanîn ev gavên pratîk ji bo wan girîng in û got wan ev atolye bi rihê piştevaniyê mezin kirine. 
 
Koordînatora Projeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Sevînç Ustabaşi jî da zanîn xebatên bi vî rengî ji bo wan gelekî girîng in. 
 
Piştî vekirinê û axaftinan jinan makîneyên dirûtinê xebitandin û perwerdeya ka ped çawa tên dirûtin girtin.