Rojnameger Eylem Babayîgît: Rastî berxwedana me bi xwe ye

  • 16:10 22 Çile 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Rojnamegera girtî Eylem Babayîgît di peyama xwe de got, "Em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de rojnameger Eylem Babayîgît bi şev li mala ku lê dima, hat binçavkirin. Eylem Babayîgît birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
 
Eylem Babayîgît a ku bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî wiha got, “Rastî berxwedana me ye, ne ya ku li ser me ferz dikin.  Em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Tê payîn ku sibehê îfadeya Eylem Babayîgît bê girtin.