10 jinên Behayî li Îranê hatin binçavkirin
- 16:53 23 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin, duh rejîma Îranê li bajarê Esfehan 10 jinên Behayî binçav kirin. Her wiha hate diyar kirin ku ji bo her jinekê 5 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.
Ajansa Herana têkildarî binçavkirina jinan agahî belav kir. Ajansê ragihand ku li bajarê Esfehan 10 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Ajansê anî ziman ku sala borî ji aliyê Liqa 37 a Dadgeha Pêdeçûnê li Esfehan ji bo her yek ji wan jinan 5 sal cezayê girtîgehê dabûn. Dîsa li gel cezayê girtîgehê cezayê her yek 50 milyon tumen pere jî hatibû birîn. Dadgehê 5 sal qedexeya karê li nava civakê û 2 sal jî qedexeya derketina derve li wan birîbû.
Navê jinên hatine binçavkirin wiha ne: Muşgan Pûrşefîe, Nesrîn Xadimî, Ezîta Rezwanî Xwae, Buşra Muther, Sara Şekîb, Ruya Azadxoş, Şorarangîz Behamîn, Sanaz Raste, Meryem Xorsendî û Fîrûze Rastînîşad.
Hêjayî bibîrxistinê ye 25’ê Nîsana 2023’an li bajarê Esfehan 10 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin û 18’ê Adarê jî bi mercî hatibû azadkirin.