Însiyatîfa Jinên Kurd a Rojava hat avakirin

  • 19:21 23 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NûÇEYAN - Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê û rewşa gelê Kurd komek jinên Kurd ên Rojava însiyatîfek ava kir. Jinan mîsaqa însiyatîfê aşkera kirin û bang li jinên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kirin ku tevlî xebatên însiyatîfê bibin.
 
Komeke jinên Kurd ên li Rojava têkildarî rewşa piştî hilweşîna rêjîma Bassê û cihê gelê Kurd di Sûriyeya nû de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Komeleya Şawîşka ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna jinên Kurd ên di qada siyasî, civakî û dîplomasî de xebatê didin meşandin hate dayîn.
 
Di daxuyaniyê de jinan însiyatîfek bi navê “Însiyatîfa Jina Kurd li Rojava” ragihand. Jinan di mîsaqa însiyatîfê de sedemên destpêkirinê, nirx û pransîb, armanca û stratejiya kar diyar kirin.  Piştî mîsaq hat xwendin daxuyaniyek bi zimanên Erebî û Kurdî hat dayîn û ji aliyê endamên Komîteya Amadekar a Însiyatîfê Necla Temo û Nalîn Esed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de bang li jinên li Rojava hate kirin ku nirx û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin, bi awayekî bibandor beşdarî avakirina Sûriyeyek nû ya demokratîk, pirrengî û nenamvendî bibin. Divê tevahî jinên Kurd tevli xebatên "Însiyatîfa Jinên Kurd li Rojava" bibin.