‘Cezakirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî tolhildan e'

  • 14:07 24 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Parlamentera Ewropî Hannah Neumann banga hilweşandin û ragirtina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî  û Pexşan Ezîzî kir û got: “ Cezayê darvekirinê yê ji aliyê rejîma Îranê ve hatî dayîn, ji bilî tolhildanê ne tiştek dine. Tolhildana ji jinan, Kurdan û Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”
 
Berpirsa Karûbarê Îranê ya Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann li ser medya dijîtal a X’ê li dijî erêkirina darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî peyamek belav kir.
 
Hannah Neumann di peyama xwe de banga hilweşandin û ragirtina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî kir.
 
Neumann her wiha got: “Ew her du jinên Kurd wek leheng têne naskirin lê ji aliyê Îranê ve ru bi ru yê metirsiya darvekirinê hatine kirin. Cezayê darvekirinê yê ji aliyê reîma Îranê ve hatî dayîn, ji bilî tolhildanê ne tiştek dine. Tolhildana li jinan, Kurdan û Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”