Detayên ji hevdîtina Îmraliyê: Abdullah Ocalan amadekariya çareseriya dîrokî dike

  • 17:59 24 Çile 2025
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Di hevdîtina Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re yek bi yek gelek mijar hatin nîqaşkirin, rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo perspektîfa çareseriya dîrokî ya ku Sûriye-Iraq-Tirkiye û Îranê ji destwerdanên emperyalîst rizgar bike amadekariyê dike . 
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku  parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di nav de ne di 28'ê Kanûnê de yekemîn têkiliya siyasî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re danîn û peyamên dîrokî yên giravê ku ji 7 xalan pêk tê bi raya giştî re parve kirin. 
 
Piştî vê serdanê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan bi partî û pêkhateyên ku nûnertiya wan a siyasî li Meclîsê heye dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê piştî bidawîkirina gera xwe ya yekem a siyasî di 22'yê Çile de careke din serdana giravê kir. Heyetê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê serdanê de got, "Xebatên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê dewam dikin" û diyar kir ku ji ber şewata li Boluyê daxuyaniyeke berfirehtir hatiye taloqkirin.
 
Sernavên li ser maseya Îmraliyê
 
Me xwe gîhand berfirehiya heyeta DEM Partiyê ya ku serdana Îmraliyê kir. Li gorî gahaiyên ku rayedarên DEM Partiyê parvekirin, hat diyarkirin ku gelek sernav tên niqaşkirin û hewayeke pozîtîf hem di hevdîtinên bi partiyên siyasî de û hem jî bi hevdîtina li Îmraliyê re tê dîtin.
 
Tecrîd û şert û mercên xebatê 
 
Rayedar diyar kir ku peyama "Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin demildest şert û mercên xebatê bên afirandin" ya ku ji roja destpêkê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin û ji aliyê PKK, KCK'ê û gelê Kurd ve gelek caran hate gotin. Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan peyama "Tecrîd didome" bi bîr xist û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayînde gotiye, "Tişta girîng ne ew e ku ez li ku me, divê şert û mercên ji bo pêşketina pêvajoyê guncav bin." Rayedar anî ziman ku Abdullah Ocalan careke din anî ziman ku ew ê di bin her şert û mercî de bibin xwedî hêz û vîna çareseriyê. 
 
Çareseriya çar parçeyan
 
Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; Hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar parçeyên Kurdistanê yên li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn bigihêjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.
 
Hiqûqa demokratîk
 
Rayedar diyar kir ku ji bo afirandina aştiyeke mayînde û çareseriyê jî li ser vê eksê amadekirina zemînê yek ji mijarên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin e û got, "Nêrîn heye ku divê çarçoveyeke hiqûqî ya demokratîk ku hemû gelên li Tirkiyeyê bên amadekirin ku bikarin bi mafên wekhev û demokratîk bijîn." 
 
Çareseriya ne di navbera hikûmet û Îmraliyê de ye
 
Rayedar diyar kir ku hevdîtinên ku bi partiyan re hatine kirin bi awayekî berfireh ji Abdullah Ocalan re hatiye vegotin û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî erênî li van hevdîtinan dinêre, da zanîn ku, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê dê van danûstandinan li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ê ku Meclîsê destnîşan dike bidomîn. 
 
Rayedar got, “Birêz Abdullah Ocalan amadekariyên çareseriya civakî dike, ne ji bo çareseriyê di navbera hikûmet û Îmraliyê de. Pêşketin wê bi civakîkirina aştî û çareseriyê pêk were." 
 
Rayedar diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku li ser vê bingehê bê meşandin "Divê bingeha çareseriyeke qanûnî ku bê avakirin" bê misogerkirin, li benda binegeheke ku bê avakirinin.
 
Bersiva pirsa "Ma PKK dê çekê bihêle'
 
Dayedar diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk ji aliyê çapemeniya serdest ve tenê weke pirsa "PKK dê dest ji çekan berde, bangewezî hat kirin an na", ev  yek nîqaşek teng e û rayedar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di hêla dîrokî de, di hevdînên nû de Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bêşîdet û di bingeheke demokratîk de xebatên xwe didomîne." Rayedar, destnîşan kir ku heta ku çavkaniya neçareseriyê û şîdetê neyê çareserkirin dê hêsan nebe û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pêşiya her tiştî, makeqanûna înkar û pergala nedemokratîk diafirîne ji holê were rakirin. 
 
'Amadekariya çareseriya dîrokî dike'
 
“Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber desthilatdarî û statuya giştî ya Sûriyê ne diyar e, divê nekevin rewşên ku Rojava bi taybetî jî gelên din bi tehdîdê re rû bi rû bimînin. Rayedar balê dikişîne ser avakirina çareseriyeke nenavendî û wiha dewam kir, "Di van hevdîtinan de, di xêzkirinê de yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye. aştiya  bi hemû gelan re ye. Birêz Ocalan diyar kir ku yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e û amadekariyên çareseriyeke dîrokî dike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wê derxe pêş ew e ku dê bibe çareseriyek ku dê deriyê destwerdanên hemû hêzên emperyalîst bigire. Ya ku ew li ser dixebite û armanc dike ev e."
 
'Ew ê bang li hemû beşên civakê ku girêdayî wî ne bike'
 
Her çend nayê zanîn serdana bê kengê dê were kirin jî, rayedar diyar kir ku îhtîmal heye ku şande li gorî her daxwazeke Îmraliyê berfireh bibe û têkildarî têkiliya rasterast jî got, "Tê pêşbînîkirin ku zemînek were çêkirin ku birêz Ocalan di zûtirîn demê de serî li hemû pêkhate û hêzên girêdayî xwe bide. Lê dîroka vê ne diyar e. Di encamê de wê ev rêya çareserî û aştiyê bi berdewamkirina têkiliyan bi hemû pêkhate û saziyan re li gorî pêşniyar û rêbaza Birêz Ocalan civakî bibe û heyet weke  DEM Partiyê rola xwe bilîze û têkiliyên xwe bidomîne.”