Divê her jinek mîrateya Gurbetelli Ersoz dewr bigire

  • 11:48 27 Çile 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegera Eylem Babayîgt ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, banga piştevaniyê kir û got: “Kedkarên Çapemeniya Azad li hundir jî dê binivîsin. Hûn jî bibin dengê derve.” 
 
Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 22’yê Çileyê de hate binçavkirin û di 24’ê Çileyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Eylem Babayîgît, bi rêya parêzerê xwe peyamek şand. 
 
Eylem Babayîgît ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, bi rêya parêzerê xwe ev peyam şand: “Ji bo pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne, divê her ciwaneke Kurd xwe weke generalên biçûk ên Apê Mûsa bigihînin. Divê her jina ciwan li ser rêya Gurbetellî Ersoz bimeşe û mîrateya wê dewr bigire. Weke kedkarên Çapemeniya Azad ên girtî, em ê li hundir jî binivîsin. Dê ev darizandin û girtinên nehiqûqî nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin. Hûn jî bibin dengê derve.” Eylem Babayîgît, herî dawî peyama piştevaniyê da.