Li Halk TV’yê lêpirsîn: Sê rojnameger hatin binçavkirin
- 21:10 28 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bariş Pehlîvan,Serhan Asker û pêşkêşvan Seda Selek di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin.
Rojnamevan Bariş Pehlîvan bi hinceta ku telefona pisporê ku pê re axivî “bê destûr tomar kiriye û parvekiriye” yê ku şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bal kişandibû ser, beriya ku beşdarî bernameya Halk Tv bibe ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Piştî binçavkirina Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker li Enqereyê hate binçavkirin. Pêşkêşvana Halk TV Seda Selek jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin.