Ji Platforma Parastin û Piştevaniya bajar 'pêngava çareseriyê'

  • 12:01 27 Çile 2025
  • Rojane
 
 
AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi rojeva çareseriya pirsgirêka Kurd li Enqereyê bi Serokê Meclisê û partiyên siyasî re hevdîtinan bike. 
 
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê şandeyek ava kir û dê li Enqereyê hevdîtinan bike. Şande dê di navbera 27-29’ê Çileyê de bi rojeva çareseriya pirsgirêka Kurd bi Serokê Meclisê û partiyên siyasî yên koma wan li Meclisê hene re hevdîtinan bike. 
 
Platformê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Aramiya navxweyî û dabînkirina pergaleke biîstiqrar girêdayî çareseriya meseleya Kurd e. Ji ber ku beriya her tiştî, vê meseleyê ji hêla însanî ve rê li ber êşên pir giran ên nema dikare tehemûla wan were kirin; rê li ber texrîbatên mezin ên aborî, civakî û siyasî vekiriye. Neçareserkirina vê meseleyê ku xwedî rabûrdiyeke dûvdirêj e, ji her alî ve bandoreke neyînî li ser civakê kir. Îro jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku bedela wê ji bo me tevan giran e, derfetên dîrokî di dest me de ne.” 
 
Platformê, armancên ji hevdîtinên xwe jî wiha rêz kir: 
 
“* Em ê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriya meseleya Kurd a bi rêya diyalogê û bişopînin. 
 
* Ji bo pêvajoya heyî bi aştiyê tacîdar bibe, li Amedê û bajarên herêmê daxwazeke zêde heye. 
 
* Hewceye pêvajoya siyasî ya ku dê were meşandin ji fikarên siyasî dûr be, bi perspektîfeke ku mafên mirovan ên gerdûnî esas digire were meşandin û di vê mijarê de hemû derdor bi berpirsyartî tevbigerin. 
 
* Di nava pêvajoyê de heke car bi car xitimînek çêbibe jî hewceye ev yek bi bêhnfirehî were pêşwazîkirin û ji bo çareserkirina meseleyê israr û dilwêrekî hebe. 
 
* Ji bo pêvajo civakî bibe, hewceye rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî vê pêvajoyê bên kirin û ev yek girîng e. Armanca me ew e ku van nêrînên xwe ku me li jorê rêzkirine, bi rayedaran re parve bikin.” 
 
‘Em alîgirên aştiyê ne’
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pirsgirêk çiqasî giran dibe bila bibe, li gorî me dikare bi rêya demokrasiyê jê re çareseriyên mayinde bên peydakirin. Di serî de meseleya Kurd, rêya herî aqilane ya çareserkirina hemû pirsgirêkên giran ên welêt, siyaset e. Roj ne roja ne roja dûrxistinê roja tevlikirinê, roj ne roja wêrankirin roja avakirinê, roj ne roja şer roja lihevkirinê ye. Roj ne roja tilîhejandinê roja çûna destê hev e, roj ne roja pişta xwe dayina hev roja hevhembêzkirinê ye. Ji bo pêvajoya heyî serkeftî be û pevçûn bisekinin, çi bikeve ser milê me em soz didin ku dê pêk bînin. Mîna duh, îro jî em bi kesên ji bo aştî û demokrasiyê hewl didin re ne. Em spasiya her kesên bûne wesîleya hêviya aştî û demokrasiyê dikin.” 
 
Encamên hevdîtinan dê li Amedê bi daxuyaniyekê bê eşkerekirin.