
Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
- 14:42 29 Çile 2025
- Rojane
ŞIRNEX - GABB’ê perwerdeya “Zayenda civakî” da xebatkarên Şaredariya Cizîrê.
Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrrojilatê Anatoliyayê (GABB) û Yekîneya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Cizîr a Şirnexê perwerdeya “Zayenda civakî” dan xebatkarên Şaredariya Cizîrê. Perwerde ji 2 rûniştinan pêk hat, li eywana konferansan a şaredariyê hat dayin û gelek xebatkarên şaredariyê tev li bûn.
Di rûniştina ewil de li ser newekheviya zayendê de perwerde hate dayin û di rûniştina duyemîn de jî di mijarên weke “Karûbarên sexbêra malbatê û hebûna wê didomînin”, “Karûbarên domdariya têkiliyên civakî pêk tînin” û “Hilberandina jinûve” perwerde hate dayin û nîqaş li ser hatin kirin.