Parka Jiyanê ya Jinan vebû

  • 15:29 29 Çile 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Bismilê ji bo bîranîna jinên li qeraxa Çemê Dîcleyê hatin qetilkirin Parka Jiyanê ya Jinan vekir.
 
Şaredariya Bismilê ya ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, li Amedê di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" li Amedê Parka Jiyanê ya Jinan vekir. Li Parka Jiyanê ya Jinan a ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ve li qadeke 5 donim a li qiraxa Çemê Dîcle hatiye avakirin, jinan dar çandin. 
 
Wê bîrdariyek bê çêkirin
 
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn di vekirina parkê de axivî û diyar kir ku dê li Parka Jiyanê ya Jinan bîrdariyek ku mafê jiyanê temsîl dike bê çêkirin û bal kişand ser komkujiyên di salên dawî de li ser jinan tên kirin. Mizgîn Ekîn, diyar kir ku wan bi jinan re daristana jinan ava kirin û got, "Ji bo bîranîna jinên ku mafê jiyanê ji destê wan hat girtin û hatin qetilkirin, me îro li vir bi jinan re dar çandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."