‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
- 16:21 31 Çile 2025
- Rojane
AMED - Starta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” ku DEM Partî dê di navbera 1-10’ê Sibatê de li zêdetirî 51 navendan li dar bixe, sibe tê dayin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser peyamên di hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derketin, biryara “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” dabû. Starta çalakiyan sibe tê dayin.
Li gorî bernameyê; DEM Partî dê di navbera 1’ê Sibatê û 16’ê Sibatê de li zêdetirî 40 nvaendan bi sernavê “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” bi gel re bicive. Li gorî bernameyê, li gel bajarên bakurê Kurdistanê, her wia dê li herêmên Marmara, Trakya, Ege, Behra Reş, Çukurova û Anatoliyaya Navîn jî bi gel re civîn bê lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dê tev li civînan bibin.
Bername wiha ye:
* 1’ê Sibatê: Dîlok, Kîlîs, Agirî, Bursa, Bîlecîk, Tekîrdag, Edirne û Kirklarelî
* 2’yê Sibatê: Wan, Colemêrg, Îdir, Êlih, Mereş- Meletî, Aydin û Kayserî
* 3’yê Sibatê: Sêrt, Semsûr, Bedlîs, Erdexan, Çanakkale, Herêma 1’emîn a Stenbolê, Kocaelî, Sakarya, Duzce, Bolu, Denîzlî, Mêrsîn û Konya
* 4’yê Sibatê: Mûş, Erzirom, Mêrdîn, Enqere, Eskîşehîr, Mugla, Antalya, Isparta, Burdur û Yalova
* 5’ê Sibatê: Amed, Şirnex, Herêma 2’yemîn a Stenbolê
* 6’ê Sibatê: Herêma 3’yemîn a Stenbolê, Dêrsim, Xarpêt û Erzingan
* 7’ê Sibatê: Herêma Behra Reş, Riha û Çewlig
* 8’ê Sibatê: Edene
*10’ê Sibatê: Îzmîr