Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komplo hat protestokirin

  • 16:05 15 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat protestokirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê têkoşîn bidome.
 
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo hate protestokirin.
 
Hesekê 
 
Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan mîtîngeke li Qada Azadî (Qesir El Edlî) ya bajarê Hesekê li dar xist. Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê ku bi hildana posterên  Abdullah Ocalan tev li mîtîngê bûn nerazîbûnên xwe li hemberî komployê nîşan da. 
 
Qada mîtîngê bi wêneyên  Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi têkoşîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" û "Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo" hate xemildanin. Mîtîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra Seîd axivî.
 
Emîra Seîd diyar kir ku komploya navneteweyî heya roja îro dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Em îro li vî cihî kom bûne da ku dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û bêjin Komploya Navneteweyî ya ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dewam dike." Rêvebera Kongra Star Emîra Seîd di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo gelê Kurd tenê, lê ji bo tevahî gelên azadîxwaz re meşaleya azadiyê ye. Rêbertî roleke mezin di piştgirîkirina mafên jinan û şikandina bendên koletiyê de list û rêya azadiyê li pêşiya jinan vekir."
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Dêrik 
 
Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşmeya "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek lidar xist. Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye" hatin berzkirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveberiya Kongra Star a Dêrikê Wefa Elî axivî û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd û gelên cîhanê ya li dijî Komploya Navneteweyî wê heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidome.
 
Mitîng bi berzkirina dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Tebqa 
 
Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî meşek li dar xist.
 
Girseya gel bi hildana wêneyên Abdullah Ocalan û vekirina pankartên "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo û azadiya gelên têkoşer" li pêşiya Sûka Taxa Ewil dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Gel azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin. Piştî mesa ku heta Çerxerêya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) dom kir, mîtîngek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya  Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê Riyad El Walî axivî.
 
Mîtîng bi gerandina dîlanê û berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Reqa
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê ji bo ku tev li meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bibin, li Qada Jina Azad a bajar kom bûn.
 
Meşê ji Qada Jina Azad ber bi Çerxerêya El Neîm dest pê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsa "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan berz kirin. Piştî ku meş gihaşt Çerxerêya El Neîm veguherî mîtîngê.
 
Piştî rêzgirtinê cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid axivî û got: "Tişta ku Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê kir, ronahiya azadî û rûmeta hemû gelan e. Me yekitiya Sûriyeyê parastiye û destê me ji bo aştî û diyalogê vekirî ye."
 
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Ehmed jî axivî û got: "Ji hemû cîhanê re, ji her dengê azad ê ku piştgirê heqîqet û edaletê ye, em jinên Zenûbiya bi dilên tijî hêvî û vîn em îro Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. "
 
Hevserokê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Isir di axaftina xwe de got: "Em di vê roja 15’ê Sibatê de hatin cem hev, ev kêliyeke dîrokî ya biêş e, salvegera 26`mîn a roja reş e. Ev roj nayê jibîrkirin. Rojeke dîrokî ye di jiyana gelên azadîxwaz de.”
 
Meş bi qîrkirina dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" bi dawî bû.
 
Dêrazor
 
Bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Girseya şermezarkirina komployê bi bilindkirina wêneyên  Abdulla Ocalan û vekirina pankartên "Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo" ji pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê ya li herêma Sebha Kîlo dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" û "Bijî serok Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.
 
Girse nêzî 2 kîlometreyan meşiya û li Pira Salihiyê ya heman herêmê sekinî û mîtîngek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrazorê Şiyar Mihemed axivî. Şiyar Mihemed anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê asta têkoşînê were bilindkirin.
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.