Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 16:14 15 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo li aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin, Xizmên windayan û ÎHD vê hefteyê jî çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê navek li vê pêvajoyê bê kirin.
 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakî lidarxistin. 
 
Amed
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windakiriyan bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 836’emîn de hatin cem hev.  Daxuyanî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hat dayîn û di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Mehdî Akdenîz ku di 20’ê sibata 1994’an de li Pasûrê hatibû windakirin hat pirsîn.
 
Serokê Rûmetê yê ÎHDP’ê Akin Bîrdal di daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku ji roja destpêka çalakiyan heta niha ji bo hafizayê zindî bihêlin her hefte çalakiyan lidar dixin. Akin Bîrdal bal kişand hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên û xwest navek li vê pêvajoyê bê kirin. Bîrdal da zanîn ku di dema hevdîtinan de tayînkirina qeyûman û binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin û ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne.
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku 15’ê Sibatê di pirsgirêka Kurd de xwedî cihek girîng e û di salvegera Komploya Navneteweyî de bendewariyên ji bo çareseriyê hene û ger aştî pêk were divê daxwaza dayikên ku hesreta aştiyê ne bi cih bên.
 
Piştre parêzer Berfîn Elçî çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz vegot. Çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz wiha ye; “Di 20’ê sibata 1994’an de derdora 200 leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirme ya Navçeya Pasûrê di saet derdora 14: 30’an de li ser gundê Kerra ya Pasûrê de digirin. Hinek leşker dora gund digirin û hinek leşker jî dikevin nav gund. Leşker xwarinê ji gundiyan dixwazin. Ji ber ku wê demê gund tên şewitandin û valakirin gundî neçar dimînin daxwazên leşkeran bi cih tînin. Di serdagirtinê de leşker zextê gundiyan dikin ku ji malê xwe derkevin derve.
  
Di dema serdagirtinê de Mehmet Mehdî Akdenîz (22) li gundikê Gergerê di mizgeftê de ye, leşker wî ji mizgeftê derdixin û tînin gund. Leşker hemû jin, zarok û gundiyan li nav gund kom dikin û agir berî malan didin. Leşkerek di destê wî de kaxizek û navê 6 kesan dixwîne. Di kaxizê de navê Îrfan Akdenîz (18), Mehmet Mehdî Akdenîz (22), Ziya Çîçek (22), Faîk Akdenîz (35), Mehmet Şîrîn Allahverdî (35), Halît Akdenîz (35) hatine nivîsandin û ev 6 kes li ber çavê hemû gundiyan rastî îşkenceyê tên. Piştre ji gundiyan dûr dixin û dibin pişta malekê. Du saet piştî serdagirtinê leşker 6 kesên din jî dibin gundikek din li wir erebeyê siwar dikin û dibin Pasûrê. Halît, Îrfan, Ziya û Mehmet Şîrîn piştî 18 rojan serbest tên berdan. Dema di bin çavan de bûn ji ber ku gundê wan hatine şewitandin malbatên 4 kesan koç kirine û çûn gundên din. Ziya Çîçek piştî serbest berdanê dibin leşkeriyê.
 
Kesên ji binçavan derketin gotin ku 5 rojan ligel Mehmet Mehdî Akdenîz li Fermandiya Cendirmeyan a Pasûrê bûne, li wir rastî îşkenceyên giran hatine û piştî 5 rojan Mehmet Mehdî Akdenîz dibin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê û careke din ew nedîtine. Ji 6 kesan Faîk Akdenîz digirin û dişînin Girtîgeha Tîp E ya Amedê. Li gorî gotina hinek şahidan; Mehmet Mehdî Akdenîz hefteyekê li Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê tê girtin û piştî hefteyekê wî  dibin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. 
 
Her wiha li gorî hinek şahidan Mehmet Mehdî Akdenîz li avahiya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê de li gel Kuddusî Adiguzel û Mîrza Ateş hatiye dîtin. Piştî vê dîrokê careke din tu agahî ji Mehmet Mehdî Akdenîz nayê wergirtin. Malbatê gelek caran serî li Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) a Amedê da her carê daxwaznameyên serlêdanê bêbersiv hatin hiştin. Di daxwaznameyek 11’ê gulana 1994’an de bersiv tê dayîn û tê gotin ku li gorî belgeyên qeydê rastî navê vî kesî nehatine. Li ber çavê bi dehan kesan tê binçavkirin lê ev rastî tê redkirin. Hemû serlêdanên malbata Akdenîz bê bersiv dimînin. Malbat serî li DMME’yê dide û biryara îhlalkirinê tê dayîn.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih 
 
Li Êlihê çalakî di hefteya 672’emîn de li ber Birdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ku di 20’ê sibata 1994’an de li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê hatibû windakirin hat pirsîn.
 
Çîroka windakirina Aydinlar wiha ye: “Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 1990’î de li Amedê ji bo zanîngeh bixwîne diçe Stenbolê. Dema li Zanîngeha Stenbolê beşa Îktîsatê pola 3’emîn dixwîne di 20’ê sibata 1994’an de ji bo hevalek xwe bibîne diçe Rawestgeha Omur a Bakirkoy/Încîrliyê. Li rawestgehê di çarçoveya operasyonekê de ji aliyê polîsan tê binçavkirin. Di nav 14 kesên hatine binçavkirin de Cuneyt jî cih digire û wan dibin Midûreyat Polîsan a Gayrettepeyê. Piştî 7 rojan ango di 27’ê sibata 1994’an de qeyda ya binçavkirinê tê çêkirin.
 
Di saetên êvara 28’ê sibata 1994’an de polîsên girêdayî TEM’ê Cuneyt dibin kolana Kadîrler ya taxa Çukurcuma ya Beyogluyê. Niştecihên taxê ragihandin ku bi qasî 30 polîs hatibûn, destê Cuneyt kelepçekirî bû û di nav xwînê de mabû, lingek wî hatibû şikandin û nikaribû li ser pêya bimîne. Di girtekên polîsan de hatiye nivîsandin ku dema nîşandina cih de ligel hişyariya ‘raweste’ Cuneyt reviyaye, nehatiye girtin û fîrar kiriye.  
 
14 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin girtin û şandin girtîgehê. Van kesan di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt Aydinlar di 20’ê sibata 1994’an de hatiye binçavkirin û heta 2’ê adara 1994’an jî ew di bin çavande  dîtine. Cuneyt di bin çavan de  rastî îşkenceyê giran tê, 6 polîs tên wî hucreyê derdixin û ji erdê re kaş dikin dibin û dibêjin ‘tu ji mirinê re amade yî’. Piştî vê gotinê kesên hatine binçavkirin careke din Cuneyt nabînin.
 
Malbatê serî li Şaxa ÎHD’a Stenbolê da û bi rêya ÎHD’ê hat xwestin ku Wezareta Karê Hundir têkildarî mijarê agahî bide. Hemû hewldanên malbatê û ÎHD’ê bêencam man. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" li ber Sûmerbanka kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de pankartên "Winda wijdan e, xwedî li wan derkevin" û "Kiryar diyar in û winda li ku ne" hatin vekirin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Murat Yildiz (19) ê ku di 23'yê Sibata 1995'an de li Şaxa Asayîşa Ozkanlar a navçeya Bornova ya Îzmîrê dema îfade da û dû re winda bû hat pirsîn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumüş daxuyanî da. Di daxuyaniyê serpêhatiya Murat Yildiz hat vegotin.
 
Zîlan Gumuş, diyar kir ku Murat Yildiz bi diya xwe re li Îzmîrê dijiya û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku li qehwexaneyekê rûniştibû di dema nîqaşê de çeka xwe avêt hewayê û ji cihê bûyerê dûr ket û polîs dû re li pêy ketin. Polîsên ku dayika wî Hanîfe Yildiz birin midûriyeta polîsan û jê re gotin, 'Eger Murat tavilê were û teslîm bibe, dê bi îfadeyê serbest bê berdan. Li ser vê yekê Murat Yildiz di 23'yê Sibata 1995'an de bi parêzer, pismam û dayika xwe re çû îfade bide Komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî. Piştî 3 rojan Murat venegeriya malê û dayika wî çû pirsa wî kir. Rayedaran îdia kirin ku Mûrat di bin çavdêriya polîs Tahîr Şerbetçî û Şah Îsmaîl Ozturk de şandine Stenbolê, ji ber ku di îfadeya xwe ya li emniyetê de gotiye, li Kartala Stenbolê çek veşartiye. Êdî pê ve agahî ji Murat Yildiz nehat girtin." 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.