
‘Tayînkirina qeyûm sabotekirina daxuyaniya wê Ocalan bide'
- 16:56 16 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar di daxuyaniya li dijî îstismara îradeyê ya li Wanê hat dayîn de bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got, "Bi tayînkirina qeyûm hewl tê dayîn daxuyaniya ku wê birêz Ocalan bide sabote bikin."
Berxwedana ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li tevahiya bajêr destpê kir, dewam dike. Îro li bajêr li ser Kolana Cumhuriyetê ya li navçeya Rêya Armûşû ya navendî bi beşdariya Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan nûnerên gelek partiyên siyasî daxuyaniyek hat dayîn.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya ku da de tevî astengiya polîsan a tund û hewldanên astengkirinê jî axivî.
Ne ji ber ku sûc kirine ji ber ku hatine hilbijartin bûne hedef
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku bi bîranîna xebatkarê çapemeniya azad Egîd Roj ê ji aliyê SÎHA'yên dewleta Tirk ve hat qetilkirin dest pê kir, got, "Şaredariyê bidin gelê Wanê. Hevşaredarên me ne ji ber ku sûc kirine, ji ber ku hatine hilbijartin tên hedefgirtin. Divê gelê Wanê bi ser bikeve vê pirsgirêka gelê Kurd bê çareserkirin. Hemû çav û guhê me li daxuyaniya birêz Ocalan e. Hûn ê bi tayînkirina qeyûman aştiyê bînin? Silav ji her kesên li berxwe didin re."
'Bi qeyûman re aştî pêk nayê'
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan, diyar kir ku tu kes nikare rê li ber vîna gelê Kurd û Tirk bigire û got, "Ger hûn dixwazin deriyên aştiyê vekin, hûn ê qeyûmê ku we tayîn kirine divê paşde bigirin, girtiyan berdin, hûn ê vê yekê bi naskirina statuya Rojava bikin. Bi tayînkirina qeyûman nikarin destê aştiyê dirêjî gelê Kurd bikin."
peyama berxwedanê
Hevseroka Giştî ya TOP'ê Julîana Gozen diyar kir ku ew bi Wanê re di nava piştevaniyê de ne û got, "Em baş dizanin ku hikûmet çi dike û dibêje. Dixwazin gelê Kurd teslîm bibe. Dixwazin keda kedkaran îstîsmar bikin. Ya ku dibêjin aştî, desteserkirina hemû mafên gelê Kurd e, ev tê wateya teslîmiyeta gelê Kurd. Aştî di têkoşîna gelên berxwdêr de ye."
Em li cem gelê Kurd in
Ji Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sanem Denîz Kural got, "Kengî dengê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wekhev bin, wê demê hûn dikarin behsa wekheviyê bikin. Em li gel gelê Kurd in. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya wekhevî û demokrasiya bernedin."
'Gelê Kurd çawa bawer bike?'
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Feray Yilmaz Mertoglu jî got, "Li vir hiqûqa dijmin li ser gelê Wanê tê sepandin. Em qebûl nakin ku îradeya gelê Wanê bê paşguhkirin. Desteserkirina vîna gelê Wanê, desteserkirina îradeya gelên Tirkiyeyê ye."
Di daxuyaniyê de dirûşmên "Abdullah Zeydan rûmeta me ye", "Neslîhan Şedal rûmeta me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn. Piştre gel dest bi meşê kir.