Li Îzmîrê tayînkirina qeyûman hat protestokirin

  • 20:55 19 Sibat 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê xepskirina îradeya gel hat protestokirin. Di çalakiy de hate destnîşankirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî bêhiqûqiyê bidomînin.
 
Rêxistina DEM Partî ya Bucayê jî ji bo protestokirina dagirkeriya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li pêşiya rêxistina navçeyê daxuyaniya çapemeniyê da. Pankartên “Şaredarî yên me ne”, “Ji Qeyûmê re na” li avahiya navçeyê hatin daliqandin.
 
Hevserokê DEM Partî ya Bucayê Cuma Kolukisa wiha got: “Ji bo ku li welat faşîzmê bi sazî bikin hemû hêza xwe bikartînin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê çi bike jî wê nikaribe gavê ji têkoşîna wekhevî, aştî, azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û Tirk paşde bide avêtin.”
 
Cuma Kolukisa destnîşan kir ku ew ê li hemberî zextan gav paşde neavêjin û têkoşînê bidomînin.