Li Wanê bi hezaran kes meşiyan

  • 16:57 16 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Piştî çalakiya li dijî tunekirin îradeyê ya li Wanê, girseya gel bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" meşiya.
 
Berxwedana ku piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li tevahiya bajêr destpê kir, dewam dike. Îro jî li bajêr bi beşdariya Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, piştî daxuyaniya hat dayîn  girse ber bi avahiya bajêr  ya DEM Partiyê  ve meşiya. 
 
Di meşa ku bi hezaran kes lê amade bûn de girseya gel gelek caran bê navber dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo", "Hevşaredar rûmeta me ne" berz kirin.
 
Piştî gihiştina ber avahiya bajêr weke meşekê, hat destnîşankirin ku divê bi xurtî tevlî çalakiyên protestoyî yên sibe bên lidarxistin bibin.