Atolyeya dohnê bîberiyeyê berdewam e

  • 11:20 21 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan xebatên “Atolyeya Dohnê Bîberiyeyê” berdewam dike. 
 
Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xebatên xwe yên  “Atolyeya Dohnê Bîberiyeyê” berdewam dikin. Van xebatên xwe bi armanca balkişandina hêza hevgirtin, hilberîn û keda jinan hat lidarxistin. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar li cihê cih xebatên hilberîna “Atolyeya Dohnê Bîberiyeyê” şopand, wateyek mezin da xebatên wan û bi wan re dest bi hilberandinê kir.
 
Atolyeya Dohnê Bîberiyeyê ya ku ji aliyê Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan ve tê meşandin, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê lez dan xebatên xwe. Jin di atolyeyê de Dohnê Bîberiyeyê çawa tê bi berhevkirin û hilberandina, bi baldarî xebatên xwe dişopînin. Di atolyeyê de ne tenê hêza hilberînê tê nîşandayîn, di heman demê de girîngiya hevgirtina civakî ya ku jin li hev kom bibin û bi hev re hildiberînin derdikeve pêş.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar piştgiriya xwe ya ji bo xebatên jinan dubare kir. Di axaftina xwe de wiha got: “Jin di pêvajoyên hilberînê de hêzê ne tenê dide malbata xwe, dide tevahiya civakê. Xebatên bi vî rengî ji bo jinan firsendeke girîng e ku tên cem hev û piştgiriya hev dikin. Pêwîst e hevgirtin ne tenê bi gotinan bimîne, divê di jiyanê de jî bi awayekî zelal wiha xwe bide der.”
 
Atolye li gor bernameya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Meclîsa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan diyar kirin ku dê xebatên xwe yên bi vî rengî bidomînin. Bi xebatên xwe re jinan diyar kirin ku ne tenê di atolyeyan de, di heman demê de pêwîstî û biryardariya di her qadan de bi hev re hilberandin û bi hevgirtinê dikarin xwe û civakeke xurt anîn ziman. 
 
Bername û Çalakiyên Meclisa Jinan û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan diyar kirin ku heta heyama 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi vî rengî bidomînin.