
Îfadedayîna kesên ji lêpirsîna HDK'ê hatin binçavkirin li dozgeriyê dest pê kir
- 14:04 21 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Li serdozgeriyê dest bi girtina îfadeya 12 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK'ê hatibû destpêkirin de û li midûriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn hat kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dabû destpêkirin de, di 18'ê Sibatê de li 10 bajaran di serdegirtina malan de rojnamevan, sendîkavan, hunermend û siyasetmedar jî di nav de 51 kes hatibûn binçavkirin.
51 kesên hatin binçavkirin danê sibê ji bo îfadeyên wan ên li dozgeriyê, piştî karên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi dawî bû-, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
Li edliyeyê ji bo 12 kesên li midûriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîn 6 dozger hatin wezîfedarkirin û hat diyarkirin ku dozgeriyê pêvajoya îfadeya van kesan daye destpêkirin. Serdozgeriyê diyar kir ku ew ê îfadeya 39 kesên ku li midûriyeta polîsan îfade dane negirin.
Navê 12 kesên ku îfadeya wan hat dayîn wiha ye:
Duygu Karadayi, Gulsum Agaoglu, Atilla Ozdogan, Ozlem Feza Sezer, Alî Mişe, Parêzer Nurcan Kaya, Aynur Tokmaktepe, endamê Partiya Şoreşger Erkin Barin, Îzzettin Yaman, Endamên Meclisa Rêveberiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Semîha Şahîn, Endamên Meclisa Giştî ya HDK'ê Osman Zorba û Esengul Demîr.
Navên din ên hatin binçavkirin wiha ne:
Ahmet Saydi, Filor Uluk, Elif Akgul, Kardelen Taş, Nacî Sonmez, Yunus, Emrecan Bayram, Pinar Aydinlar, Yildiz Tar, Ece Yildiz Karabacak, Yakup Kadrî Karabacak, Melek Kizilocak, Dîlek Posl, Ercument Akdenz, Hande Bultan Oz, Alya Akkuş, Berfîn Azdal, Yildiz Îmrek, Şenol Karakaş, SaÎme Oğuzhan, Ender Îmrek, Ayşe BengÎ, Mehmet Ozcan, Mustafa Mayda, Mehmet Turp, Aynur CengÎz, MelÎh Kayhan Pala, Mehmet SaltoGlu, Sema Barbaros, Şeref Can DÎlaver, Fîlîz Çay , Halîl Sevînç, Mehmet Aslivar, Ayşe Panus, Yazgulu Yildırim, Îknur Melengeç, Şengul Erdogan, Taner Guven, Zeysu Fakîr, Halît Elçî.