Meclisa DEM Partiyê ya Îzmîrê starta çalakiyên 8'ê Adarê da
- 13:48 1 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Meclisa Jinan DEM Partiyê ya Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê starta çalakiyên 8'ê Adarê da. Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo astengiya li pêşiya aştiyê ji holê bê rakirin, divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê dest bi çalakiyên di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir. Di civîna li avahiya Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê) hate lidarxistin de pankartên “Em bi têkoşîna azadiya jinê re aştiyê bi rêxistin dikin”, “Em bi tekoşîna azadîya jinan jinan rêxistin dikin” û “Ma bi xoverdayîşê azadîya cinîyan rêxistin kenê” li salonê hatin daliqandin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî civînê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Îzmîrê Fulya Erdogan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Fulya Erdogan wiha got, "Weke jin em ê li hemberî polîtîkayên mêtînger ên ku bi betalkirina Peymana Stenbolê jiyana me dixe xeteriyê, bêdeng nemînin! Em ê li dijî qeyûman, pergalên girtîgehên navxweyî û pergala serdest a mêr bisekinin. 8'ê Adarê ne tenê ya jinan, ya hemû gelan sembola têkoşîna wekhevî û azadiyê ye. Em ê ji bo azadiya jinê bi hêztir têbikoşin, banga aştiyê ya Birêz Abdullah Ocalan hembêz dikin û ji bo azadî û wekheviyê bi hev re bimeşin. Em ê 8'ê Adarê weke sembola berxwedan û têkoşîna bi rûmet a wekheviyê pêşwazî bikin."
'Banga tevlibûna 8'ê Adarê li jinan hat kirin'
Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê komkujiyeke giran li ser jinan tê kirin û got, "Kujerên jin bi parastina dewleta mêr bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû dimînin. Em li welatekî ku mêr ji jinan re dibêjin, 'Ez ê we bikujim' dijîn. Ev 8’ê Adarê qonaxeke nû ya têkoşînê ye ji bo avakirina cîhanek ku êdî mêr nikaribin bi azadî jinan bikujin. Em dikevin cîhaneke ku jin aştiyê birêxistin dike û bi destkeftiyên vê aştiyê tundiya mêr bi tevahî rewabûna xwe winda dike. Ji ber vê sedemê em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û mafê xwe û jiyana xwe biparêzin."
Civîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.