
'Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê'
- 14:18 10 Adar 2025
- Rojane
AMED - Saziyên zimanê Kurdî piştgirî dan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û gotin ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Saziyên zimanê Kurdî, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke piştgiriyê dan. Daxuyanî, li baxçeyê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.”
Kurmanciya daxuyaniyê ji hêla endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil û ya Kirmanckî jî Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut xwend.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “27’ê Sibata 2025’an ji aliyê rêzdar Abdullah Ocalan ve binavê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pêngaveke dîrokî ya serdemeke nû hat avêtin. Ev pêngava dîrokî ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd qonaxeke nû ya dîrokî ye. Armanca vê pêngavê li ser bingeha azadiyê, bi awayekî mayînde sazkirina aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk e.”
Banga Ocalan
Berdewama daxuyaniyê wiha ye: “Bêguman aştiyeke birûmet û civateke demokratîk bi azadiya hebûn, ziman, nasname, bawerî, çand, jin û nirxên neteweya Kurd û hemû netewe, bawerî kom û derdorên din ên cuda pêkan e. Wek ku rêzdar Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje ku; ‘Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan tenê bi hebûna civakî û qada siyasî ya demokratîk pêkan e.’ Ev ji bo me Kurdan jî wisa ye. Jixwe sedemeke bingehîn a têkoşîna gelê Kurd ew e ku her cureyê hovîtiyên li ser zimanê xwe ji holê rake û li her qada jiyanê bi zimanê xwe û hemû nirxên xwe yên neteweyî û civakî azad bijî.
Ziman girîng e
Wek rêzdar Ocalan dibêje; ‘Mijara zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Heke tu zimanê dayika xwe hîn nebî, bi wê perwerdehiyê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, tu nikarî tiştekî hilberînî, her wekî ku mejiyê te mirî ye li te tê.’ Herwiha rêzdar Ocalan dibêje ‘Pêşketina civakekê girêdayî pêşketina zimanê wê ye. Civakekê zimanê dayika xwe çend bi pêş xistibe tê wê wateyê ku asta jiyana xwe ewqas bi pêş xistiye. Dîsa zimanê xwe çend winda kiribe û çend ketibe bin serdestiya zimanên din tê wê wateyê ku ewqas bûye mêtingeh, hatiye pişaftin û rastî tevkujî û qirkirinê hatiye.’ Em Kurd jî careke din bi taybetî diyar dikin ku zimanê me Kurdî hêmana me ya herî bingehîn, xwebûnî û dîrokî ya neteweyî ye. Nav û nîşana nasnameya me Kurdan a herî sereke ye; xeta me Kurdan a herî sor û jêneger e. Jêderk û çavkaniya me ya bingehîn a hebûn û jiyana me ye. Ji bo me ji nan û avê wêdetir e. Em Kurd bêyî zimanê xwe nikarin bijîn û bêyî zimanê xwe jiyanê qebûl nakin.
Divê kurdî bibe xwedî statû
Ji bo hewldanên aştiyeke birûmet û avakirina civakeke demokratîk biçin serî divê beriya her tiştî, hem di zagonan de hem jî li her qada jiyanê hemû polîtîka û kiryarên tunehesibandinên nûjenkirî, kiryar û pêkanînên cur bi cur ên pişaftin û qedexekirinê, her awayê zext, zordarî, sînor û dorpêçên li ser zimanê me Kurdî bên rakirin. Wek rêzdar Abdullah Ocalan jî bi rengekî zelal û aşkera gotiye, divê ligel hemû mafên neteweya Kurd hemû mafên zimanî yên Kurdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve bên qebûlkirin. Li ser vê bingehê divê hemû zagonên yekperest bên guhertin û zagonên ku wekhevî û azadiya hemû zimanan qebûl dikin bên sazkirin. Divê Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiyê. Divê Kurdî li hemû qadên civakî û li her derê ku jiyan lê heye heta dawiyê serbest û azad be. Helbet, ji bo ku Kurdî bi awayekî azad bikaribe bijî di heman demê de divê mafê Kurdan ê xwerêveberiyê bi awayekî bê qebûlkirin û hemû astengiyên li ber xwebirêxistinkirina Kurdan ji holê bên rakirin.
Divê baş bê zanîn ku nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî di heman demê de nêzîkatiya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê nîşan dide. Bêguman nêzîkatiya ji bo rêzdar Ocalan û banga wî ya aştî û civata demokratîk jî nêzîkatiya ji bo zimanê Kurdî nîşan dide. Ji ber vê yekê em jî wek hemû hêz û derdorên Kurd ên azadîxwaz û aştîxwaz dibêjin ku daxuyaniya rêzdar Ocalan di heman demê de daxuyaniya me ye, em heta dawiyê pê re ne û ji bo pêkhatina wê em ê heta dawiyê têbikoşin û bixebitin. Bêguman ji bo pêkhatina vê banga dîrokî berî her tiştî divê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan demildest bê rakirin, hemû şert û mercên ku bikaribe azad bixebite û her awayî têkiliyan deyne pêk bên. Divê her cureyê êriş û zextên li ser Kurdan û nirxên wan ên neteweyî bên bi dawîkirin.
Em heta dawî piştgirên bangê ne
Li ser vê bingehê; em wek saziyên zimanê Kurdî, bang û gazîdikin ku di serî de em hemû Kurd, hemû kes, hêz, partî, kom, gel, nivîskar, hunermend, rewşenbîr û derdorên demokrat, azadîparêz, aştîxwaz û mirovahîparêz jî bi daxuyanî, gotin, kiryar, têkoşîn û xebatên xwe bi rengekî zelal û aşkera heta dawiyê piştgiriyê bidin daxuyaniya dîrokî ya rêzdar Ocalan, ji bo pêkhatina aştiyeke birûmet û civakeke azad û demokratîk, bi rêbaz, şêwaz, rêxistinbûyîn, têkoşîn û xebatên herî afirîner û encamgir, bi giyanê seferberiyê xwe li her qadê û ji her alî ve bilindtir û berfirehtir bikin. Bijî aştiyeke birûmet û civaka demokratîk. Bijî ziman û nasnemeya azad. Bijî jiyana azad!”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
Saziyên piştgirî dan daxuyaniyê:
"* Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed
* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr
* Komeleya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) - Wan
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt
* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê - Êlih
* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) - Amed
* Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Erdîş
* Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr/Şirnex
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA - Enqere
* Komeleya Zimanê Kurdî (CUDÎ-DER) - Silopiya/Şirnex
* Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) – Tetwan /Bedlîs
* Kovara Destarê - Amed
* Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Konê (KON-KULTUR)"