Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê

  • 16:23 10 Adar 2025
  • Rojane
 
ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa R’ê eşkere kir û got ku pirsgirêka girtiyên nexweş bi guhertinên di qanûnên înfazê de pêkan e. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên bi tîpa R rapora xwe bi raya giştî re parve kir. Di civîna çapemeniyê de ya li navenda giştî hate lidarxistin, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê (MYK) Nûray Çevîrmen rapora li ser encama serdanên li girtîgehên bi tîpa R ên li Metrîs, Menemen û Xarpêtê aşkera kir.
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku di asteke metirsîdar de mafên mirovan ên girtiyên nexweş têne binpêkirin. Hate bibîrxistin ku nexweşê MS Abdulkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin, li gel daxwazên berdanê nehate berdan û di 2'ê Cotmeha 2024'an de jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate gotin, Y.D. ê ku pirsgirêkên xwe yên derûnî hebûn, ji ber ku diranên wî tine bû xwarin ket qirika wî û jiyana xwe ji dest da.
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku li girtîgehên bi tîpa R'ê derfetên xizmetên tenduristiyê gelekî kêm in, girtî neçar dimînin ku ava xwarinê ji kantînê bikirin, bi rêk û pêk derman ji wan re nayê dayin û personelên tenduristiyê kêm in. Hate gotin, li Tîpa R a Xarpêtê doktor timî têne guhertin û 24 saetan piştgiriya tenduristiyê nayê dayin.
 
Li gorî raporê li Tîpa R a Metrîsê li odeyan pergala germkirinê û hewastandinê kêm e. Mehên havînê jî ku hewa germ e, tenê bi vantîlatorên ji kantînê têne kirîn girtî îdare dikin. Her wiha ji ber ku jorê paceyan teng e û bi têlê hatine girtin, hewa bi têrkerî nakeve hundir. Girtiyên ku kursiya astengdaran bi kar tînin, ji ber ku nikarin bi hêsanî xwe bigihînin serşok û tiwaletê zor û zehmetiyan dikişînin.
 
Girtî ji hemû aktîvîteyên civakî bêpar hatine hiştin. Kurs, atolye, aktîvîteyên sohbetê û sporê nayên kirin, tenê li Tîpa R a Metrîsê girtiyan kêm caran dibin odeya kişikê. Her wiha tê gotin, hikumxwarên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn li hucreyên yek kesî têne hiştin.
 
Daxwaz
 
ÎHD'ê xwest, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan tavilê bêne bidawîkirin û xwest, ev gav bêne avêtin:
 
* Di Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275'an de ku berdana girtiyên nexweş asteng dike, xalên pêwendîdar bêne guhertin.
 
* Divê dawî li erka yekdestiya biryardanê ya Saziya Tipa Edlî ya li ser girtiyên nexweş bê anîn.
 
* Astengiya li pêşiya navberdayina li rejîma înfazê ya hikumxwarên muebbetê yên girankirî bê rakirin.
 
* Girtîgehên bi tîpa R li gorî pîvanên Desteyên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî bêne birêkûpêkkirin.
 
* Şert û mercên girtîgehan ên ku mafê jiyanê, tenduristiyê binpê dikin û li dijî rûmeta mirovahiyê ne, bêne sererastkirin.
 
* ÎHD'ê diyar kir ku divê girtiyên nexweş li nexweşxaneyan an jî li gel malbatên xwe bêne dermankirin û destnîşan kir ku ragirtina wan li girtîgehan bûye cezakirineke duyemîn. Bang hate kirin ku li gorî mafên mirovan, girtîgeh bi rengê ku tenduristiya derûnî û fîzîkî ya mirovan biparêze jinûve bê sererastkirin.