
Ji bo zarokan diyarî hatin şandin
- 11:41 16 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zarok Tv'yê diyarî ji bo zarokên pêşdibistanê ya wargeha Mexmûrê şandin.
Zarok Tv'yê diyarî ji bo zarokên pêşdibistanê ya wargeha Mexmûrê şandin. Diyarî li pênç pêşdibistanan ên wargehê hatin belavkirin. Zarokên wargehê bi kêfxweşî diyariyên xwe girtin.
Mamosteya dibistana dayikê Zeynep Efe ji bo Zarok Tv'yê spasîyên xwe pêşkêş kir.
Her wiha zarokan jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.