
18 meh cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn
- 15:29 17 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinek ku tevlî şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bibû, 18 meh cezayê girtîgehê û lêdana 178 qemçikan lê hate birîn.
Li gorî medya Îranê, şaxa Dadgeha Sucan ya Reşt 18 meh cezayê girtîgehê û 178 lêdana qemçikan bi ser jina bi navê Şîmîn Zarayî de biriye.
Hate gotin ku Şîmîn li ser giliyê serokê Yekeya Parastina Giştî û Dadwerê Şaxa 104 ya Dadgeha Sucan ya Reşt bi tometa ‘Têkdana ewlekariya giştî û bê rêzêkirinê’ hatiye cezakirin.
Hêjayî gotinê ye Şîmîn Zarayî yek ji wan kesên ku di dema şoreşa Jin, Jiyan Azadî, de hatibû girtin û salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di dema girtîgehê de êşkence lê hatibû kirin.