Li dijî Dehaqan ber bi azadiyê ve… (5)

  • 09:07 17 Adar 2025
  • Dosya
  
 
Li qadên Newrozê stranên berxwedan û hêviyê
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Gel di Newroza ku sembola têkoşîna nasname û azadiyê ye, bi salan e bi stranên li ser zimanan tên gel hev. Stranên li qadan tên gotin, hêvî, êş, berxwedanê tînin ziman û her wiha îsal jî daxwaza aştî û azadiyê bi awayekî xurt wê bê ziman.
 
Min çavên xwe bi berxwedana gelekî vekir. Sal bi sal min girîngiya zimanê xwe fêm kir, min girîngiya xwebûnê fêm kir. Li her derê têkoşîn, êş û surgun hebûn. Têkoşîna jiyanê ya mirovan hebû. Ji ber zimanê xwe bi kar dianînin ev tişt dihatin jiyîn. Min şahidiya têkoşînek bi heybet kir. Ev têkoşîn didome û her diçe mezin dibe. 
 
Amadekariyên Newrozê
 
Yek ji rojên taybet bêguman Newroz e. Destpêka meha adarê amadekariyan destpê dikir. Xizmên hev li hev digeriyan, wesayît temîn dikirin û bi hev re plan dikirin. Her kes bi awayekî diket riyan û bi stran, dirûşme û tilîliyan diketin rê. Cil û bergên gelêrî dihatin temînkirin. Xwe bi rengên kesk, sor, zer dixemilandin. Jinan ji êvar de cil û bergên malbatê amade dikirin. Zarok bi cil û bergên xwe radizan. Sibehê zû radibûn û digotin ‘îro Newroz e’.
 
Hunermenên surgunkirî sibeha Newrozê di bernameyan de stran digotin
 
Sibehên Newrozan ewil televîzyon dihatin vekirin, hunermendên surgunkirî di bernameyên televîzyonan de stran digotin. Hesret û bêrîkirin bi stranên xwe dianîn ziman. Gel ber bi qada Newrozê ve bi coş û kelecanek mezin diketin rê. Piştî lêgerîna polîsan li qadê cihê xwe digirtin. Her kes diketin govendê û li vir rihekî komun derdiket pêş.
 
Kîjan stran dihatin gotin?
 
Ewil ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz dihat girtin. Piştî sirûda ‘Ey Reqîb’ strana Xelîl Xemgîn ‘Çerxa Şoreşê’ bi yek dengî dihat gotin.
 
Hunermendên di Newrozan de derdiketin ser dîkê kî bûn?
 
Adnan Karim & Kani, Koma Dengê Azadî, Ala Umer, Mihemed Şêxo, Aram Tîgran, Meryem Îbrahîmpûr, Hesen Sîsawe, Agirê Jiyan, Tahsin Taha, Şarik Apo, Serhado, Koma Azad, Eyaz Yûsif, Ayşe Şan, Şahiya Stranan, Ezîzet Hemze Azer, Tahir Akreyî, Hozan Dilgeş, Ztay Zee Kurd, Necmedin Xulamî, Lalo Rencder, Adnan Kerîm,  Aynur Dogan, Tev Çand, Abdulwahid Zaxoyi, Erdewan Zaxoyi, Rekîş Seyranî, Nasir Razazî, Reşîd Sofî, Şivan Perwer, Mizgîn, Xelîl Xemgîn, Hozan Aydin, Sulbus û Tarî, Hesen Şerîf, Kawa, Koma Zerdeştê Kal, Îlena Eliya, Armanc, Koma Berxwedan, Sosin, Xêro Abbas, Koma Rojhilat, Awazên Çiya, Agirê Jiyan, Hozan Serhat, Diyar, Koma Berxwedan, DJAso, DJYûsif, Kardeş Turkuler, Koma Pel, Şivan & Gulistan, Aram Tîgran, Tîpa Dihokê ya Muzîkê, Koma Denge Azadi,  Loqman Rekanî, Farqîn Azad, Jêhat, Deniz Esmer, Brader, Şakir Akreyî, Şehrîbana Kurdî, Koma Amed, Xemgîn Bîrhat, Hasret Gultekîn,  Şemdîn,  Cewad Merwanî, Çar Newa, Kazim Koyuncu, Niyazi Koyuncu, Ayşenur Koliva  û hîna gelek hunermendên ku nayên hişê min. 
 
Strana Kawa ya ‘Newrozê’
 
Strana Kawa ya ‘Newrozê’ bi salan e li qadên Newerozê ya ku tu car naguhere di hişan de cih girtiye. Beriya Newrozê di amadekariyan de jî ev stran tê gotin.
 
Her wiha strana Şehrîbana Kurdî ya ‘Bihar Xweş e’ jî wek a strana Kawa ya ‘Newrozê’ eleqeyek mezin dibîne. Ev stran jî beriya Newrozê di hemû amadekariyan de tê bikaranîn.
 
Her wiha li qada Newrozê gelek nûçeyên din ên derkevin pêş ‘Herne pêş, Roja me, Keça Kurdan, Ez Kurdistan im’ û gelekên din li qadan bi coş bi yek dengî tên gotin.
 
Ligel vê di Newroza de stranên Agirê Jiyan di Newrozan de pir dihatin gotin. Bi taybet jî stranên Rehşan û Helîn hem demên hestiyar dida jiyîn hem jî dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ didan berzkirin.
 
Di Newrozê de strana ‘zimanê Kurdî’ 
 
Strana Koma Zedeştê Kal ya ‘Zimanê Kurdî’ jî  li qadên Newrozê dihatin gotin. Strana  hunermend Birader ya ‘Harûnê min’ û strana hunermend Xelîl Xemgîn ya Hemze’ dîsa ji stranên ku li qada Newrozê dihatin gotin bûn.
 
Stranên Newrozê yên girseya ciwan
 
Stran û hunermendên ku bala ciwanan dikişandin jî hene. Serhado, Koma Pel, Ciwan Haco. Strana Serhedo ya ‘Gulên Gulîstanê’, ya Koma Pel ‘Werin Rê’ û hema hema hemû stranên Ciwan Heco di lîsteya stranên Newrozê de cih digirin. 
 
Her wiha hunrmendên Tirk û Laz jî di Newrozan de cihê xwe digirin. Kazim Koyuncu, Niyazî Koyuncu û Ayşenur Kolîva. Strana Kazim Koyuncu ya ‘Dîdo’ û strana Ayşenur Kolîva ya ‘Ey Asiye’  bi yek dengî dihatin gotin. Di roja îro de stranên Hunergeha Welat mohra xwe li pîrozbahiya Newrozan didin.  Sala borî strana ‘Stranên Keziya Sor’  eleqeyek pir mezin dît. 
 
Strana Newrozê ya JinMa, Ma Musîcê ‘Newroza azadî’
 
Îsal strana Newrozê ya ‘Newroza azadî’ ya ku hunermend Devrîm Demîr û Baran Ertaş gotinên wê nivîsiye wê di lîsteyê de cih bigire.
 
Daxwaza aştî û wekheviyê
 
Agirê Newrozê sal bi sal gurtir bû û baweriya bi bi aştiyê hîn xurt bû. Gel jiyaneke bi aştiyane hêvî dikin û îsal jî wê Newrozê de daxwaza aştî û wekheviyê biqîrin.