Dewleta Tirk li Kobanê malbatek qetil kir

  • 09:09 17 Adar 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Dewleta Tirk a dagirker li gundê Berxbotanê yê Kobanê malbatek qetil kir. Di êrîşa nîvê şevê de ku bi SÎHA'yê hate kirin, dayik, bav û 7 zarok hatin qetilkirin.
 
Dewleta Tirk li gundê Berxbotan ê Kobanê bi Balafirên Bêmirov ên Bombebarkirî (SÎHA) û çekên giran komkujî kir. Dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 00:40'î de êrîş bir ser malekê û li gel 7 zarokan dayik û bavê wan qetil kir. Di êrîşê de 2 kes jî birîndar bûn.
 
Kesên hatin qetilkirin navê wan wiha ye: Ahîn Osman Ebdo, Dijle Osman Ebdo, Dilovan Osman Ebdo, Yasir Osman Ebdo Ezîz Osman Ebdo, Saliha Osman Ebdo, Avesta Osman Ebdo, Osman Berkel Ebdo (Bav), Xezal Osman Ebdo (Dayik)
 
Navê kesên birîndar jî wiha ye: Ronîda Osman Ebdo, Narîn Osman Ebdo