Li şaredariya Gimgimê der barê jin û ciwanan de proje

  • 09:05 20 Adar 2025
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş
 
MÛŞ - Hevşaredara Gimgim a Mûşê Gulbahar Kaya der barê projeyên ku dimeşînin de axivî û got: “Ji bo îstîhdama jinan, ji bo ciwanan jî projeyên me yên çandî hene."
 
Şaredariya Gimgim a Mûşê di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de ji sedî 63.4 dengî BDP’ê bidest xistibû. Piştî hilbijartinan di 11’ê Mijdara 2016’an de qeyûm hat tayînkirin. Di 2019’an de HDP’ê ji sedî 44,16 deng girt û şaredarî girt. Lê 18’ê Kanûna 2019’an de cara duyemîn qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê ji sedî 60.46 deng girt û şaredarî girt. Hevşaredar Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr ji bo xizmeta gel ketin hewldanê.
 
Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Me bi texrîbatên mezin şaredarî girt’
 
Gulbahar Kaya destnîşan kir ku şaredariya Gimgimê du deman ji aliyê qeyûman ve hatiye rêvebirin û di vê demê de ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin berovajî vê hemû derfetên şaredariyê ji alîgiran re hatiye pêşkêşkirin. Gulbahar Kaya wiha dirêjî dayê: “Du deman çop jî nehatiye komkirin. Ava paqij nedane gel. Me di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî ji qeyûm girt. Lê me bi texrîbatek mezin dewr girt. Em ketin hewldanan me got em çawa çareser bikin. Xebatkarên jin ji kar hatibûn derxistin. Me bername da pêş xwe. Me got em ji bo jin û ciwanan dikarin çi bikin û me dest bi xebatan kir.”
 
Mala bîhnvedanê ya jinan hat vekirin
 
Gulbahar Kaya der barê xebatên ji bo jinan kirin de jî axivî û ev nirxandin kir: “Ewil me ji bo jinan mala bîhnvedanê vekir. Armanca vekirina vê malê ev bû ku jinên ji gund dihatin navçeyê li ber kahweyan mexdûr dibûn. Me got em cihekî vebikin ku biçin hewcedariyên xwe lê peyda bikin. Ji ber vê me ev mal vekir. Ev mal niha di xizmetê de ye. Jin diçin wir hewcedariyên xwe tînin cih. Heta wesayîtên gund diçin ew jî li wir bi rehetî dikarin bimînin.”
 
Ji bo jin û ciwanan projeyên çand û aborî
 
Gulbahar Kaya diyar kir ku ji ber texrîbatên qeyûm daxwaz û hewcedarî gelek mezin bûne û wiha dawî lê anî: “Mînaka herî mezin, xerabûna riyan bû, çop nedihatin berhevkirin. Niha li navçeyê pirsgirêka herî mezin ev e ku azadiya aboriya jinan tuneye. Ji ber vê em hewl didin qadên kar ava bikin. Projeyên me hene. Em ê ji bo jinan navendên çand û ziman vebikin. Ev projeyên me yên li pêş me ne.”