Ji Newroza 'Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk' re hindik ma

  • 09:07 20 Adar 2025
  • Rojane
 
 
Pelşin Çetinkaya-Gulistan Gulmuş
 
AMED - Bi saetan beriya pîrozbahiya Newroza dîrokî ya sibehê wê li Amedê bê lidarxistin, Komîteya Amadekar diyar kir ku pîrozbahiya îsal wê cuda be û got, "Em Newrozê pîroz bikin û Rêberê xwe azad bikin."
 
Li qadên Newrozê yên ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Civaka Demokratîk Newroz ji bo Azadiyê” Newroz lê hatin pîrozkirin, îsal wêneyên bi heybet derketin holê. Heta niha li dehan bajar, bi sedan navçe û bi hezaran gundan agirê Newrozê hat pêxistin û şahî hatin lidarxistin. Di hemû pîrozbahiyan de peyamên hembêzkirina banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" tên dayîn, yekane daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e.
 
Ji bo pîrozbahiya Newroza dîrokî ya sibehê wê li Amedê bê pîrozkirin hindik ma. Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Amedê der barê pîrozbahiya ku amadekariyên wê ber bi qedandinê ve diçin axivîn.
 
'Gel dixwaze di Newrozê de wêneyê Abdullah Ocalan bibîne'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê Sultan Yaray ewil Newroza 2025’an pîroz kir û got, "Em weke komîteya amadekar xebatên xwe didomînin. Me xebatên xwe yên fermî qedandin û destûra xwe wergirtin. Di çarçoveya çalakiyên Newrozê de em bi gel re têkiliyên xwe didomînin. Gel bi rastî jî bi coş û kelecan e. Birêz Ocalan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gelê Kurd piştgirî da vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê pêwîst e ew wêne ji aliyê her kesî ve were temaşekirin."
 
'Em Newrozê pîroz bikin û Rêberê xwe azad bikin'
 
Herî dawî der barê Newrozê de Sultan Yaray got, "Gel baş dizane ku Newroz ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Newroz roja azadî û xwerêveberiyê ya gelê Kurd e. Lewma em dibêjin, 'Em ji her sal zêdetir derkevin qadan û dengê xwe careke din bigihînin cîhanê, ev têkoşîna li dijî Dehaqan e. Werin em bi hev re Newrozê pîroz bikin, em bi hev re Rêberê xwe azad bikin."
 
'Em ê dengê xwe û rengê xwe li qada Newrozê bidin bihîstin'
 
Endama Komîteya Amadekar Gulşen Ozer, têkildarî banga sedsalê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, got, "Amadekariyên me yên ji bo Newrozê dewam dikin. Em gihîştin qonaxa dawî. Me qada Newrozê ji hemû gelan re amade kir. Werin em bi hev re Newroza dîrokî pîroz bikin da ku deng û rengên xwe bigihînin hemû cîhanê."
 
'Newroza azadî pîroz be'
 
Endama Komîteya Amadekar Parêzer Eylul Ozgultekîn jî wiha got: "Em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê. Newroza azadî pîroz be."