Newroz li Peyasê bi coş hat pîrozkirin

  • 09:18 20 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Beriya pîrozbahiya Newrozê ya ku wê 21’ê Adarê roja Înê li Amedê bê lidarxistin, li navçeya Peyasê bi meş û şahiyekê hat hat pîrozkirin.
 
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku bi şev li navçeya Peyasê hat lidarxistin bûn. Pîrozbahiya ku bi meşeke meşaleyî dest pê kir, bi govendên gelêrî ya li derdora agirê Newrozê dewam kir. 
 
Bi beşdariya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Peyasê, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar û gelek hemwelatî meşa meşaleyî dest pê kir, agirê Newrozê dadan û bi dirûşman pîroz kirin.