Aktivîst Şehnaz Taberî hate girtin

  • 14:52 22 Nîsan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê aktivîst Şehnaz Taberî bi îdiaya ‘Li dijî rejîmê propaganda’ hat girtin.
 
Aktivîsta siyasî Şehnaz Taberî (60) li bajarê Reşt ê Îranê bi sûcdariya ‘Li dijî rejîmê propeganda’ ji aliyê polîsên Îranê ve hate binçavkirin. Piştî kar û baran Şehnaz Taberî hat girtin û wê birin Girtîgeha Lakan.
 
Hate zanîn ku di dema li ser mala Şehnaz Taberî de girtin, dest danîne ser hemû cîhanên elektronîk ên keça wê. Şehnaz Taberî berê jî bi heman awayî hate binçavkirin û girtin, hate diyarkirin ku beşek ê cezayê xwe bi kelebceya elektronîk di girtîgeha malê de derbas kiriye.
 
Şehnaz Taberî niha li girtîgeha Lakan di qawîşa karantîna de tê ragirtin. Agahiyên derbarê wê de hê negihaye raya giştî.