Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezareta Dadê re 24’ê Nîsanê de ye

  • 21:02 22 Nîsan 2025
  • Rojane
STENBOL- DEM Partî wê 24’ê Nîsanê de bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
 
Roja hevdîtina ku wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezareta Dadê  pêk bîne diyar bû. Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cigirê hevserokatiya giştî û hevberdevkê komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan wê 24’ê Nîsanê de bi wezîrê dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin.
 
Hevdîtin wê li wezareta dadê pêk bê û saeta hevdîtinê hîna diyar nebûye.