
Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
- 14:14 25 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Platforma "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" dê sibe meşekê li dar bixe û damezirandina xwe ragihîne.
Saziyên demokratîk ên li Amedê dê damezirandina “Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê” sibe bi meşekê ragihîne.
Platform, dê sibe li Sumerpark a li navçeya Bajarê Nû ya Amedê ber bi Birca 7 Birayan a li navçeyan Sûrê ve meşê li dar bixe. Meş dê saet di 14.00’ê de dest pê bike. Piştre jî Platform dê li Birca 7 Birayan bi deklarasyonekê damezirandina xwe ragihîne.
Hevberdevkê Platformê Mûrat Kan têkildarî mijarê got: “Pirsgirêka tiryakê birîneke xedar a civakê ye û her ku diçe mezintir dibe. Yek ji armancên girîng ên platformê jî ew e ku li dijî vê mijarê hestiyariyek were avakirin. Divê gel jî di vê mijarê de berpirsyartiyê li xwe bigire.”
Mûrat Kan, bangî rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl kir û got: “Li dijî tiryakê gotineke her kesî heye. Rewşeke ku civaka me, gel û jinan aciz dike ye. “
Mûrat Kan, da zanîn ku dê meş sibe saet di 14.00’ê de li Sumerparkê dest pê bike û heta Birca 7 Birayan bidome. Kan, banga tevlibûna meşê li hemû Amediyan kir.