Li Tetwanê roja dayikan hat pîrozkirin
- 18:14 11 Gulan 2025
- Rojane
BÊDLIS- Dayika Aştiyê Guler Coşkun di çalakiya Roja Dayikan de ku li Tetwanê hate lidarxistin axivî û got, "Em ê heta dawiya jiyana xwe bibêjin aştî û em ê ji bo vê dozê têbikoşin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Tetwanê li avahiya navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partiyê) ya Tetwanê bernameyek Roja Dayikan li dar xist. Pankartek bi zimanên Kurdî û Tirkî bi nivîsa "Diyariya herî baş ji bo dayikan aştî ye" li hola ku bername lê dihat lidarxistin hate daliqandin.
Dayika Aştiyê Guler Coşkun wiha got:"Em ê heta dawiya jiyana xwe bibêjin aştî û em ê ji bo vê dozê têbikoşin."
Piştre Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemir got ew ê jî têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê her dewam bikin.
Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan. Pîrozbahî bi slogana "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.