Zeynep Murad: PKK'ê tişta ket ser milê wê kir dor a dewletê ye

  • 09:43 16 Gulan 2025
  • Rojane
  
Dîlan Babat
 
SILÊMANÎ- Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad, ku tevli Kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku li hemberî banga Abdullah Ocalan PKK tişta ketiye ser milê wê kiriye û niha dor  a dewleêt ye. Zeynep Murad got, "Em ji bilî lihevhatinê êdî tiştekî din qebûl nakin. Divê em li banga Birêz Abdullah Ocalan xwedî derkevin."
 
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a  Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li oteleke Silêmaniyê li dar dixe. Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîka, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn û jinan di kongreyê de gelek mijar nîqaş kirin. 
 
Yek ji kesên beşdarî kongreyê bû jî Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad e.
 
‘Banga Abdullah Ocalan bangeke dîrokî bû’
 
Zeynep Mûrad, bal kişand ser "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyane" ya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin û da zanîn ku bangê bandorek mezin li ser siyaseta li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê kiriye. Zeynep Murad got, "Bi salan e me agahiyek ji Birêz Ocalan negirt. Agahîgirtina  ji Birêz Ocalan ji bo me dihat wateya destkeftiyeke mezin. Bang bi xwe jî gelekî girîng bû. Têgehên 'aştî û demokrasiyê' yên di bangê de cih girtin, demeke dirêj bû di rojeva gelê me de bû. Weke KNK'ê me jî ev yek xistibû rojeva xwe, ji bo birêz Ocalan gavên aştî û azadiyê yên girîng bûn. Li ser vê bangê gelê me jî zêdetir dest bi xebatê kir. Piştî bangê PKK tişta ket ser milê wê kir."
 
‘Divê dewlet êdî gavê bavêje’
 
Zeynep Mûrad bi bîr xist ku PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist û diyar kir ku PKK'ê û Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih anîne û êdî divê dewlet bikeve nava tevgerê. Zeynep Murad got, "Divê dewleta Tirk êdî gaveke qanûnî biavêje. Ya ku em jê re dibêjin aştî ne ew qas hêsan e, gelekî zehmet e. Birêz Ocalan û PKK ev çend sal in ji bo aştiyê ji bo Kurdan têdikoşin. Nêzîkatiya birêz Ocalan a ji bo pirsgirêka Kurd di rojeva raya giştî ya cîhanê de bû. Dostên me ên li cîhanê  û gel kêfxweş bûn bûn û xwestin ku dewleta Tirk piştî vê bangê demildest gavê biavêje. Ji bo ku tiştên jênever neyên jiyîn dibê ku her kes bi berpirsyariya ku dikeve ser milê wan tevbigerin.”
 
 'Ji bilî lihevhatinê em nikarin tiştekî din qebûl bikin'
 
Zeynep Murad, diyar kir ku ew wek KNK û jin piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Em weke siyasetmedar û di serî de jin divê piştgiriyê bidin vê bangê û xwedî lê derkevin. Birêz Ocalan bi salan têkoşînek mezin da heta vê astê. Dema em li cîhanê dinêrin şer û windahiyên mezin hene. Ji aliyê din ve Kurd xwedî hêzeke mezin in, xwedî dîplomasî û xwedî hêzeke mezin in. Ji bilî lihevhatinê em nikarin tiştekî din qebûl bikin . Divê herkes tişta dikeve sermilê wan bikin û bi berpirsiyarî tevbigerin.”