Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

  • 14:16 4 Cotmeh 2025
  • Rojane
KONYA / ENQERE - Endama Jinelojiyê rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel di 3'yemîn salvegera qetilkirina de li ser gora we ya navçeya Cîhanbeyliyê hat bibîranîn. Endama Koordinasyona Jinên Anatoliyayê Zeynep Yalçin ku li ser gorê axivî destnîşan kir ku niha bi hezaran Nagîhan hene.
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê 2022'yan de li bajarê Silemeniyeyê ya Başurê Kurdistanê hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel di salvegera 3'yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê, Meclîsa jinan a DEM Partî ya Konyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Kordînasyona Jinên Anatoliyayê û parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli tevlî bîranînê bû. Her wiha kurê xaltiya Nagîhan Akarsel Kemal Yalçin û Reyhan û Yilmaz Yildirimci ên ku Nagîhan Akarsel digot malbata min a manevî ye jî tevlî bîranînê bû.
 
Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di rêzgirtinê de dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
 
'Niha bi hezaran Nagîhan hene'
 
Di bîranînê de ewilî Zeynep Yalçın axivî û anî ziman ku ew ji ber têkoşîna xwe ji aliyê hîn kesan ve weke xeterê hat dîtin û got: “Yên ku Nagîhan Akarsel kuştin, ew bi 11 guleyan kuştin da ku mirina wê misoger bikin. Lê niha bi hezaran Nagîhan hene. Piştî wê rojê, em hemû şiyar bûn û ji nû ve zindî bûn. Me nivîsên wê, gotarên wê xwendin û nivîsandin. Em ê têkoşîna wê bidomînin.”
 
'Bi pênûsa xwe têkoşîna jinan a tarî ronî kir'
 
Piştre jî Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli axivî û bi lêv kir ku ew ê ala têkoşîna Nagîhan Akarsel bernedin û ev tişt gotin: “Jin bingeha jiyan û azadiyê bûn. Heval Nagîhan bingeha wê têkoşînê bû. Ew kesek bû ku bi pênûsa xwe têkoşîna jinan a tarî ronî kir, bi hişmendî û ramanên xwe ew ji me re gihand hemûyan. Da fêhmkirin ku têkoşîna azadiya jinan di azadkirina jiyanê de ye. Erê, tu kuştina jinan tesaduf nîne. Nagîhan dîroka jinan a tarî bi pênûsa xwe nivîsand. Nagîhan her tiştê ku di destê wê de bû kir da ku Kurdistanek azad, Tirkiyeyek demokratîk misoger bike. Wê gelek tişt ji me re hişt. Li ser kevirê gora wê nivîsî ye, ‘Peyvek wisa bêje ku ez bibim yek ji me, bila jiyan bi hev re be, bila azadî ya me be.’ Sozek me hemûyan ji wê re heye: Pênûsa wê ji erdê nayê hiştin, gotinên wê nayên hiştin û hişmendiya wê nayê hiştin. Em soz didin wê: Em hezar carî spasdarê te ne ji bo ronîkirina me, ji bo ronîkirina civakê, ji bo rê li ber jinan bi têkoşîn û azadiyê vekirin.”
 
Li Enqerê bernameya bi bîr anînê 
 
Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê jî li avahiya xwe ji bo bibîranîna Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) jî tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de wêneyê Nagîhan Akarsel hat hilgirtin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Nebahat Çalpan ve hat xwendin. 
 
Nebahat Çalpan diyar kir ku ew ne tenê ji bo bîranînê ji bo hevî û armanca wan pêkbînin hatine li cem hev û wiha axivî: “Jinan, li dijî zanîsta pozîtîvîst a merperest zanîsta Jineolojiyê ava kir û rastiya jiyanê careke din derxist holê. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan di heman demê de pêkhatina edalet, heqîqet û wekheviyê ye. Wan jî ew rastî anîn ziman. Ji ber ew rastî anîn ziman bûn hedef. Me Nagîhan Akarsel, Sakîne Cansiz, Havrîn Xelef û gelek jinên ku em nikarinê navên wan bêjin di vê rê de winda kir. Ew ne tenê keseyetek bûn di heman demê de pêşengên azadiya jinan û pêşengên rêya me bûn.”