
Li Şirnexê Platforma Şiyar Be hat avakirin
- 14:46 4 Cotmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Platforma Şiyar Be ku li hember tiryak û hişbirê têkoşîn dide li Şirnexê hat avakirin. Hat diyar kirin ku pirsgirêkên wek tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne.
Bi tevlibûna endamên Plaforma Şiyar Be ya Şirnexê, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan li Meydana Komarê avakirina platforma bi daxuyaniyekî deklere kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne jehrê hêviyê himbêz bike” hat vekirin û daxuyanî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî ya Şirnexê Esma Erener ve hat xwendin.
Esma Erener bal kişand ser pergala kapîtalîst ku civakê ji aliyê ehlaqî ve têk dibe û wiha axivî; “Pergala kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, parçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Lewre birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle. Ev pergala bi jehrî digel ku êrîşî hêza civakê dike, wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef. Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zirarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne.”
Esma Erener destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê bikaranîna tiryakê ketiya emrê 9'an û axaftina xwe wiha berdewam kir; Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatîne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran, bandorê li hemû beşên civakê dike û yekitiya civakî parçe dike.
Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.
Fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne “maşê”, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe.”
Esma Erener herî dawî diyar kir ku ji bo li hember pirsgirêkêm tiryak, xizanî, fihûşê divê rêxistinbûyîn pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Pirsgirêkên wek tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî pêwîst e. Em xwe rêxistin bikin, xwe hişmend bikin, xwe azad bikin.”
Piştî daxuyaniyê kesên tevlî çalakiyê bûne li nava bajêr belavokên li hember tiryakê hatine amadekirin belav kirin.