
Girtiya 30 salan Hacer Xelîl li Helebê hat pêşwazîkirin
- 16:26 4 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Hacer Yûsif Xelîl ku ji bajarê Efrîna dagirkirî ye, piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk hate berdan. Hacer Yûsif li taxa Şêx Maqsûd a bajarê Helebê bi kûlîlkan hat pêşwazîkirin.
Girtiya siyasî Hacer Yûsif Xelîl a ji gundê Xelîl a bajaroka Bilbilê ya bajarê Efrîna dagirkirî ye, piştî 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de dimîne, serbest hate berdan û gihîşt taxa Şêx Maqsûd a bajarê Helebê.
Bi beşdariya endamên jin ên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, jinên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Meclîsa Şehîd Gulê Selmo ya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê pêşwaziya girtiya Kurd Hecer Yûsif Xelîl kirin. Jinan bi kulîlkan wê pêşwazî kirin.
Hecer Yûsif Xelîl di sala 1995'an de beşdarî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û heman salê li bajarokê Hezexê yê li bakurê Kurdistanê ye, hate girtin. Di 30 salên girtîgehê de, girtiya Kurd Hecer Yûsif Xelîl di navber çend girtîgehên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku Amed, Medya, Kerza û Qeyserî jî di nav de ye hate veguhastin heta ku piştî salan ji berxwedanê hate berdan.
Di gotinên xwe yên yekem de dema ku gihîşt taxa Şêx Meqsûd, Hecer Xelîl kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtina bi jin û çalakvanan re anî ziman û tekez kir ku tiştê ku wê di girtîgehê de jiyaye ne tiştek e li gorî fedekariyên pakrewanên ku jiyana xwe ji bo parastina ax û nasnameya xwe dane, ne jî li gorî berxwedan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo wê çavkaniya berxwedan û îlhamê bû.
Silavên girtiyan gihand gel
Girtiya siyasî Hecer Yûsif Xelîl silavên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ji niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re gihand û tekezî li ser girîngiya pabendbûna bi berxwedanê wek rêbazek domdar û şopandina şop, raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir.