Abdullah Ocalan: Divê siyaseta demokratîk were sazîkirin

  • 13:25 22 Mijdar 2025
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêber Apo peyam ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê û Perspektîfa Siberojê” re şand.
 
Abdullah Ocalan ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê” re peyam şand û got, “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e.”
 
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:
 
“Beşdar û dostên hêja
 
Her kesê ku bawer dike pêvajoyeke avakirina civakî û aştiyê ya ku timî ked û biryardariyê dixwaze heye, di vê civînê de kom bûne. Ez we hemûyan silav dikim.
 
QAD a ku li ser esasê vê armancê xebatan dimeşîne, bi taybetî têkildarî meseleya Kurd ji bo pêkanîna aştiyê û parastina wê, dikeve nava hewldanan, ev yek xwedî girîngiyeke mezin e. Aştî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li herêmê hêvî ye û bi nirx e. Ev hewldan tevkariyeke girîng e ku fêmkirina navbera gelan xurt dike; zemînê civakî ya jiyana bi hev re ya bi rûmet û aştiyê çêdike.
 
Xebatên wiha divê zemînên bi tendurist ava bike ku nasname, êş û xeyalên pêşerojên cuda di asoyeke aştiyê ya hevpar de lê bicivin. Aştî di heman demê de rewşa lihevkirineke civakî ye ku edalet, wekhevî, azadî û hurmet dayîna hevdû lê sazî dibe.
 
Îro qonaxa dîrokî ya em têde, wê bandorê li çarenûsa Tirkiye, Rojhilata Navîn û civaka Kurd bike. Dema ku em di nav de, derfeteke welê pêşkêş dike ku ji pêvajoya negatîf derbasbûna pêvajoya veguhertinê ya pozîtîf mimkun dike; şer, jiderve hiştin û bêhiqûqî derbas bibe. Ev derbasbûn ne tenê tercîheke polîtîk e, di heman demê de hewldaneke ku rastiyên dîrokî û gerdûnî neçar dike.
 
Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e. Ji vî alî ve pir girîng e ku dawî li pêkanînên kêfî were, pîvanên hiqûqa gerdûnî û biryarên saziyên navneteweyî demildest bên bicihanîn.
 
Ez hêvî dikim ku ev konferans bibe gaveke ku ji bo zêdebûna derfetên aştiyê, kûrbûna rêyên çareseriyê û pêşeroja hevpar a gelan rêyên nû vebike.
 
Ez her kesê ji bo aştiyê ked dide bi rêzdarî silav dikim, di xebatên we de serketinê dixwazim.
 
Abdullah Ocalan
 
Girava Îmraliyê”